Cîhan

Dê hikûmeteke îslamî li cîhanê were damezrandin

General Yehya Rehîm Sefevî ku pêştir Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê bû û niha Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê, ayteullah Elî Xaminêyî ye, îro duşemî di daxuyaniyekê de behsa pêkanîna dewleteke îslamî li cîhanê bi serkêşiya Îranê kir. Yehya Rehîm Sefevî îro 28ê Mijdarê di merasîmekê taybet bi bîranîna kuştiyên şerê Îran û Iraqê û kuştiyên wî welatî li Sûriyê de li bajarê Çalûs li bakurê Îranê gotarek pêşkêş kir. Rehîm Sefevî ragihand: “Xortên îranî ji xoşdiviya bo bûyerên Kerbelayê, niha jî bi hezaran xortên îranî bo parastina Yemen û Iraqê şehîd bûne. Rehîm Sefevî di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi Amerîkayê kir û got, ku hêza Amerîkayê ber bi lawazbûnê ve diçe.” Wî şêwirmendê Rêberê Îranê destnîşan kir: “Şiyana Amerîkayê di warê siyasî û serbazî de ber bi lawazbûnê ve diçe û bi hêviya xwedê, her di vê sedsalê de em dê avabûna hikûmeteke îslamî bi rêbertiya Îranê li cîhanê bibînin.”Rudaw

Back to top button