Polîtîk

Em amadene li gel hemû aliyan bicivin

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand, tişta ku cihê dilxweşiyê ye piraniya aliyên siyasî bi awayekî erênî pêşwazî li wê peyam û destpêşxeriyê kirine.Mîranî wiha got: “Em wek PDKê amade ne ligel hemû hizb û aliyên siyasî rûnên, ew jî bi mebesta dîtina çareseriyekê ji kirîzên Herêma Kurdistanê re.”Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Pêwîst e aliyên emnî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê jewlên cidî bidin bo dîtina encamderên tawana kuştina mela Dr. Wişyar Îsmaîl, ku beriya 2 rojan li Hewlêrê hat şehîdkirin.”

Back to top button