Heşda Şeibî metirsî ye li ser xelkê Tileferê
Hêzên Heşda Şeibî ya Şîeyan gihîştine derdora Tileferê. Nûnerê Turkmanan di Parlemantoya Kurdistanê de jî hişyariyê ji derbasbûna wan bo nava wî bajarokî, ji ber ku dê metirsî li ser Turkmanan û paşeroja wê navçeyê çêbibe.Nûnerê Eniya Turkmanî di Parlemantoya Kurdistanê de Aydin Meirûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Me ji serî de nedixwest Heşda Şeibî ji aliyê Tileferê ve tevlî operasyona Mûsilê bibe, ji ber ku beşdariya wan pirsgirêkan ji Turkmanan re çêdike û armancên siyasî li pişt in, lewma me daxwaz kir ku hêzên din ên Iraqî li wir şerê DAIŞê bikin.”Meirûf wiha got: “Dema ew hêz biçe nava Tileferê, metirsî hem li ser Turkmanan û hem jî li ser paşeroja wê navçeyê çêdibe, ji ber ku ew hêz di bin bandora mezheba û lêvegera Şîeyan de ye.”Nûnerê Bereya Turkmanî di Parlemantoya Kurdistanê de dibêje, “Tenê li sînorê Tileferê zêdetirî 50 hezar welatiyên Turkman koçber bûne û pêwîst e vegerin ser navçeyên xwe, lewma metirsî li ser vegera wan heye. Cihê gumanê ye ku çima Heşda Şeibî tenê li sînorê Tilrferê dê beşdar be di operasyona Mûsilê de, lewma em pêşbînî dikin ku tiştên xerab li wê navçeyê çêbibin.”