Nivîsar

Yekitî lê çewe?

  Cardin hinek di vê pêvajoyê de behsa kongreya Netewî dikin. Armanca wan gelo di rastiyê de yekitiyek li ser xeta netewî ya aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanî ye, yan jî rojevê heyî, bi pirsek halê zîz cardin biguherin. Ev nayê zanin.Eve 40 salin behsa kongreyek netewî tê kirin. Lê tu cara ev yek ser neketiye. Ji ber ku armanc ne avakirina otorîteyek netewî yan jî nawendek netewiye. Armanc hesabên gelek sivik yên rojanene. Her dema aliyek alozîya xwe dihese , di cih de behsa kongra netewî û yekitî û hevkariya dikin.Ji ber her tiştî yekitî yan jî kongreyek netewî ji bo parastin û destkeftinên netewîne. Yanî avakirina her cureyê yekitiya divê li ser bingehê xetek netewî be. Dema ev nebê tu cara yekitiyek ku mirov bi netewîyetê bi nav bike pêyda nabe.Gelek cara hewldanên Kongereya Netewî hatine kirin , lê serneketiye. Ji bo vê yekê rêyek dimîne .Eger di rastiya xwe de em Kongreyek Netewî pêwist dibînin, ji berî her tiştekî bila her beşek di nava xwe de li ser xetek netewî Kongreya Netewî li beşê xwe ava bike.Yanî bila Li Rojavayê Kurdistanê hemû aliyên siyasî li ser bingehek netewî Kongreya xwe pêkbînin. Li Bakur, Başûr û Rojhilat ev yek pêkwerê.Dema li hemû beşa ev hate avakirin  pirs gelek hesanî dibe. Hemû tên bahev Kongreyek Netewî girsehî tê avakirin.Ji aliyek din niha Kongreyek Netewî(!) ya di bandora PKKê de heye. Başe dema ko kongreyek hebê çi hevceye mirov behsa yek din bike? Taybetî derdora PKKê nabe behsa Kongreyek din bikin. Eger li ser xeta netewî kongreyek tê xwestin, bila KNK fesih bikin û bikevin ser xeta netewî û Kurdistanî.Li Bakur, li Rojava tu xwe pêve kesekî qebûl nakî, lê behsa kongreyek netewî dikî. Ev ne cidiye û xapandine.Heçî aliyek ji xapandinê û ji berjewendiyên rojane re amade be, dikare behsa kongreyekî bike . Lê tu cara ew nabe kongreyek netewî.Hinek qonaxan de her aliyek behsa pêwistiya yekitiyekî di nava hêzên Kurdistanî de dike. Raste pêwistiyek gelek mezin ji bo yekitiyekî di nava hêzên siyasî û aliyên civakê yên Kurdistanê de heye. Lê gelo yekitiyek çewe? Li ser kijan bingehî? Ji bo çi yekitî? Ev piranî nayên rojevê.Dema em bi zelali bersiva van pirsa bidin, dê hinge emê bikaribin yekitiyekî jî bi awayekî ava bikin. Eger bersiva pirsan nebê, behsa yekitiya jî nekin. 20.11.2016Dara Bilek

Back to top button