Çar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên bi navê mulazim Sîpan Yusif S’dûn , mulazm Mewlûd Riyad Ehmed, mulazm Etûf Tahir û pêşmerge Kamîran Hiso, di dema ku ji erkê xwe dihatin li nêzîkî bendava mûsil brîndarbûn û hatin veguhestin ji bo nexweşxaneya hewarçûnê li bajarê Dihukê , lê ji ber giranya birînên wan ew di nexweşxaneyê de şehîd ketin .Wek tê zanin Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê di eniya şerê li dijê DAÎŞê de ji bo parastina xaka Kurdistanê di şerdene. Herçar çehîdên rêya serxebûna Kurdistanê de piştî rewrismek leşkerî berbi Kurdistana Rojava ve têne rêkirin.


