Civak

PYDê li Amudê keçek 16 revand

Li gora nûçeya Rojavanews ,çekdarên PYD keçeke jêr hijde salî li bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê revandin û tevlî refên xwe kirin .Li gor agahiyan ku eve sê mehin çekdarên PYD keça 16 salî ya bi navê Êvîn Şrîf ji mala wê revandine û, tevlî refên xwe kirine .Li gor heman agahiyan ku eve sê mehin malbata Êvîn tu zanyarî li ser keça xwe ya şazde salî wernegirtine û ta niha PYD ihtîraf nekiriye ku ewan keça wan revandiye .Niha malbata Êvîn bang dike ku, keça wa serbest were berdan ta bi hevlê xwe re xwendina xwe berdewam bike .Ev ne cara yekê ye ku çekdarên PYD zarokên temen piçûk tevlî refên xwe dikin ku, niha bi dehan zarok di nava wan de hene û di berên herî pêş yên şer dene .
Back to top button