Li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên serbazî yê Amerîka pêkhatibûn.Li civînê de ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn, amadekariyên ji bo proseya azadkirina Musil û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê xistin berbehs û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûnên vî derbarî de ragihand û bi navê xwe û welatê xwe ve pesnê rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku nêrîn û raya Serok Barzanî ji bo wan gelek bi sûde û dixwazin raya cenabê wî ya di derbarê proseya azadkirina Musil û şerê dijî terorîstan li Sûriye bizanin.


