Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevdîtinekê de ligel şanda HDPê ragihand ku armanca Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) damezrandina dewleta Kurdistanê ye li Başûr. Şanda HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ligel Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî civiya. Di wê hevdîtinê de, Mîranî ew serdan bi girîng nirxand û da zanîn ku cudahiya îdeolojî di navbera aliyên siyasî de heye. Fazil Mîranî got: “Xalên xuda di navbera me de hene û ev yek tiştekî pir sirûştî ye, ku HDPê wek mînak behsa demokrasiyê dike bo Bakurê Kurdistanê, lê PDK li Başûrê Kurdistanê xebatê dike bo damezrandina dewleta Kurdistanê li Başûr. Lê demokrasî bi çekan bi dest ve nayê û demokrasî pirensîp û hizir e di nava civakê de û gelek aliyên siyasî hene ku behsa demokrasiyê dikin lê nikarin cîbicî bikin.” Sekreterê Polîtburoya PDKê tekez kir ku ji hevnêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdistanê bo doza Kurdî û Kurdistanê pir girîng û pîroz e û em hemû dikarin hizra hevbeş di navbera xwe de bikin bernameyek bo kar û em li ser bimeşin û ji aliyê din ve jî em danûstandinan li ser cudahiyan bikin û ev yek kilturê aliyên siyasî yên pêşketî ye. Di wê civînê de, Demîrtaş spasiya Polîtburoya PDKê kir û got: “Ji me re şanaziyekî mezin e ku îro em navenda PDKê amade ne. Niha em dîrokeke nû bo gelê Kurdistanê dinivîsînin û divê em xwe ji her guhertinekê li Rojhilata Navîn re amade bikin. Ji me re Başûrê Kurdistanê pir girîng e û divê bihêz be.” Herwiha Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku Rojhilata Navîn li pêşiya guhertinan e û divê em xwe amade bikin da ku em di asta wan guhertinan de bin, herwiha da zanîn ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û Duyem gelek welatên nû peyda bûn, lê gelê Kurd tenê ziyan dît ji ber ku ne yekhelwest û yekrêz bûn. Lê niha paşerojeke baş li pêşiya me ye û Kurdistan wek çiyayekî di naba deryayekî mezin de ye. Demîrtaş wiha domand: “Aliyên siyasî yên Kurdistanê heta niha berhema xebata Şêx Seîd û Şêx Riza û Qazî Mihemed û Barzaniyê nemir dixwin û divê em hemû yekhelwest û yekrêz bin, normal e ku her aliyek nêrînek wî ya cuda hebe bo paşeroja Kurdistanê lê divê civak pir be ji bawerî û demokrasî, û em vê yekê bikin pirensîp û li ser bimeşin.” Hevserokê HDPê ragihand: “Niha ji hevdûrbûnek di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de heye û em hemû hewl didin bo nehiştina vê yekê û danûstandin tenê rêya çareserkirina pirsgirêkan e. Di civîna xwe de ligel cenabê Serok Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wî got ku beriya her civînekê yan danûstandinekê ligel aliyên Kurdistanî nabe em bêjin emê çi bidest bixin, divê em bêjin em dikarin çi pêşkêş bikin.”