CivakDosya

Ev êrîş li dijê gelê Kurd têne kirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê teqîna Diyarbekir û Qosêra Mêrdînê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya xwe de dibêje:Ev êrîşên hanê ji aliyê kîve û bi çi armancê hatibe kirin , tawaneke ku li dijê miletê kurd hatiye kirin.Ec cure çalakî dibe sedemek mezin ku miletê me ji welatê xwe derdikeve û dibe koçber.Di vê dema ku miletê me dixwaze biryarê li ser çarenûsa xwe bide, ev çalakî ne tesedufî ne.Herweha PAK dide kifşkirin ku, ev cureyê çalakiyan zererek mezin dide xebata tevgera azadiya Kurdistanê.Dawiya daxuyaniyê de PAK van herdu êrîşa şermezar dike û dibêje bila rehmeta xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dayin be û şifayê ji birîndara re dixwaze.

Back to top button