CivakDosya

Em çalakiyên zererê dide Kurda şermezar dikin

Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK) di derbarê êrîşên Diyarbekir û Qoserê de daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.PSK dibêje ev herdu çalakî û piştî daxuyaniya Cemil Bayik ya ku dibêje emê vî şerî li hermû derî belav bikin pêkhatine.Di van êrîşan de kesên sivîl bûne qurbanî.Berpirsên KCK daxuyaniyên li dijê pêvajoyê didin û ev yek qada siyasî teng dike û dibe sedame qurbaniyên sivîl.PSK dibêje: Em daxuyanî û çalakiyên KCK yên ne di xizmeta miletê Kurd de ne carek din şermezar dikin.PSK dide xuyakirin ku li himber şîdeta dewletê bi şîdetê bersiv dan şîdetê kûr tir dike. PSK dibêje , em cardin bangê KCK dikin ku, ji dev vê siyaseta ku zerere dide tevgera azadixwaza kurd berdê.Di dawiya daxuyaniyê de PSK serwxeşîyê li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayi dike û şîfayê ji birîndara re dixwaze.

Back to top button