Li Diyarbekir û Qoserê du otomobilên bombekirî teqiyan .Li Diyarbekir li devera piradehçav li dijê polisên ku kontrol dikir teqînek pêkhat û di encam de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 polis jî birîndarin û birîna yek i wan giranê.Herweha li Mêrdin/Qoserê dema weseyeta polisa derbas bûyî li ber nexweşhaneyê otomobilek bombekirî hate teqandin. Di encam de 3 sivla jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndarin. Di nava birîndara de zarok jî hene.Hêja rewşa kuştiya û birîndara di herdu teqîna de jî baş nayê zanin. Her çikas ev çalakû li dijê polisa hatibê kirin jî, lê di encam de di nava xelkê sivil de ev teqîn pêkahtine û ji bo vê jî piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayin hemwelatiyên kurdên sivilin.