Polîtîk

Demirtaş:Em daxuyaniya PKKê rast nabînin

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di derbarê rojeva siyasî ya Tirkiye hevpeyvinek berfireh li gel rojnama Cumhuriyetê çêkir. Demirtaş behsa siyaseta Erdogan û AKPê kir. Di beşek hevpeyvînêde pirsa daxuyaniya Cemil Bayik ji Demirtaş hate kirin.Cemil Bayik di daxuyaniya xwe de gotibû: Rêbazeke bi tevger a şer tê meşandin. Ji xwe bi vê rêbaza şer, hêzên dewletê nikarin bikevin taxên hin bajaran.Eger bikevin navê jî nikarin bimînin. Şer êdî li deşt, çiya, bajaran wê li her derê bê meşandin. Wê li metropolan bê meşandin, tê meşandin. Êdî ne tenê li çiyê ye.”Di vê derbarê de dîtina Demirtaş hate pirsîn. Demirtaş di bersiva xwe de got:Em daxuyaniya PKKê ya ku dibêje “emê şer li bajara bikin“rast nabînin.Di vê pêvajoyê de divê PKK zeminê aşitiyê pêeyda bike. Em wek HDP vê dixwazin. Li bajarên Tirkiye behs kirina kuştina insana, qetliama sivîla gelek tiştek tehlukeye.Ez hêvi dikim ku herkesek di daxuyaniyê xwe de behtir bi berpirsiyarî hereket bike. Gelek hindik jî ihtimala aşitiyê hebî, gerek mirov behsa wê bike. Daxwaziya HDPê ev e. Em vê hêviyê ji PKKê dikin.Di derbarê cemaeta Gulen jî Demirtaş got: Tu cara pêwendiya HDPê li gel wan çênebûye. Lê pêwendiyên AKP,CHP û MHPê li gel Gulen hebûne. Dema têkçûna pêvajoya aşitiyê, me gelek cara ji hukumetê re got ku, pravakator hene Gulen dixwaze vê pêvajoyê têkbide. Lê hukumetê guh neda me. Vê grubê guh nedidan hukumetê.

Back to top button