CîhanDosyaPolîtîk

Serokwezîrê Holanda serdan Kurdistanê kir

Serokwezîrê Holanda  Mark Rutte tevî heyeta pêre gihat Hewlêra paytextê Kurdistanê.  Mark Rutte ji aliyê serokwezîrêKurdistanê Nêçîrvan Barzanîve li balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê hate pêşwazîkirin.Piştî civîna di nava herdu serokwezîra û şandên li gel wan Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.Nêçîrvan Barzanî derbarê naveroka serdana Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte de bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurrehman û got: “Di civînê de mijarên weke pêwendiyên me yên li gel Bexdayê, şerê DAIŞê, rewşa Mûsilê û herwiha alîkariyên Hollanda yên ji bo Herêma Kurdistanê, hatine gotûbêjkirin.” Barzanî diyarkir ku bi awayek giştî di vê serdanê de behsa wan mijaran kirine ku ji bo herdu aliyan giring in û wiha berdewam kir: “Ji ber alîkariyên leşkerî û mirovî me spasiya welatê Hollandayê kir. Bêguman me daxwaz kir ku zêdetir giringî û alîkariyê bidin bo Hêzên Pêşmerge. Ji ber ku ev şer tenê ne şerê Herêma Kurdistanê ye, şerê hemû cîhanê ye.” Serokwezîr Barzanî derbarê helwesta Serokwezîrê Hollandayê ya li hember daxwaziyên wan jî wiha axivî: “Serokwezîrê Hollandayê jî tekez kir ku dê palpiştê Kurdan bin, di vî şerî de alîkariyê bidin Herêma Kurdistanê. Ji ber rola pêşmerge ya di şerê DAIŞê de, pir rêzê ji Herêma Kurdistanê re digrin.”   

Back to top button