Cîhan

Pêwendiyên Rusya û Tirkiye de pêvajoyek nû

Serokê Rusya Putin û serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan li Rusya bajarê St. Petersburgê hevdîtinek pêkanîn.Piştî kriza daxitina balefirek leşkerî ya Rusya û kuştina pilotê vê balefirê li Suriye ji aliyê Tirka ve, pêwendiyên navbera Tirkiye û Rusya têkçêbûn. Rusya li himber Tirkiye di gelek waran de ambargo danî heta radeyekî çûyin hatina hemwelatiyên Rusya ji bo Tirkiye qedexe kirîbû.Piştî vê Tirkiye doza lêbûrinê kirîbû. Dema 15ê tebaxê hewldana darbeya leşkerî li Tirkiye, Putin telefonê Erdogan kirîbû û pişgiriya xwe dabû kifşkirin.Piştî 268 rojan cardin herdu welat li hev civiyan û kriza navbera Rusya û Tirkiye de xilas kirin. Herweha dixwazin pêwendiyên xwe vegerînin asta ji berî krîzê.Piştî hevditina her Erdogan û Putin û heyetên herdu welatan, Putin û erdogan konferansek rojnemavanide bersiva pirsa dan û behsa naveroka civînê kirin.Piştre cardin ji bo mijara pirsa Suriye Putin û Erdogan civiyan û vê civînê 2.5 seetî berdewam kir.Di vê derbarê de guhertin di siyaseta Tirkiye ya Suri de çêdibin. Çiroveyên cuda li ser vê yekê têne kirin.Ji aliyek din Amerika û hinek welatên Ewropî bi şik li vê hevdîtinê dinêrin û hinek jî vê wek dûrketin Tirkiye ji Amerika dibînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button