Li Hewlêr Yesna meclisa xwe ragihand
Rêxistina Yesna ya taybet ku bîr û baweriyên Zerdet diparêzin hate ragihandin. Vê rêxistinê meclisa xwe ya Hewlêr avakir.Ji berî niha salekî rêxistina Yesan hatibû ragihandin. Niha jî vê rêxistinê di nava xwe de meclisek ava kir û 9.8.2016ê jî damezirandina vê meclisê ragihand.Ev rêxistin ji bo nasandin û pêşvebirina felsefa Zerdeştî hatiye avakirin. Pîrên Zerdeştê di vê meclisê de cig digrin.Encîmenê daxuyaniyek nivîskî belav kir û di tê de dibêje: Emê felsefa Zerdeştî geş bikin ji bo bibe xetîreyek ji bo ronî kirina riya serbestî û serweriya neteweyî li Kurdistanê.” Di beşekî din de dibêjin : “Damezirandina Encûmena Hewlêrê ya rêkxistina me, ji bo bibe beşekî rasteqîne û çalak jibo pêşbirina erkên pîroz û bêhtir gihandina peyama mirovayetî ya Zeredeşt.”