
Li gora ajansa Sputnik, îro berbanga sibehê 6 girtiyên kurd ku di nav wan de girtiyekî siyasî jî hebû û di girtîgeha Derya ya Urmiyeyê de diman ji aliyê dewleta Îranê ve hatin îdamkirin.Hat gotin ku 5 girtiyên din bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatine îdamkirin. Hinek çavkanî jî dibêjin hevjîna yek ji wan girtiyan jî pê re hatiye îdamkirin. Girtiyên ku îro hatine îdamkirin duhî ji bo bicîhanîna fermana îdamê ji girtîgehê hatibûn derxistin û ji bo cihê îdamê hatibûn veguhestin.Li gorî zanyariyên berdest, navê wî girtiyê siyasî Mihemed Ebdullahî bûye ku sala 2010an bi hêceta ku endamê partiyeke kurdî ya Îranê ye hatibû girtin û fermana îdama wî hatibû dayîn. Di heyama çend rojên borî de bi dehan kurd bi bahane û tohmetên cuda ji aliyê Îranê ve hatibûn îdamkirin.