CîhanDosya

Ji berî Musilê peymanek siyasî pêwîst e

Li bajarê Hewlêrê birêz  Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek Fermande û şêwirmendên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka spasî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir ji bo wê dostayetî û şeraket û karê hevbeş ya li gel hêzên hevpeymanan heye ku bûye sedema pêkanîna serkeftineke mezin ya li şerê dijî terorîstên Da’îş û ragihand ku serfirazin bi vê hevbeşî û peywendiya ku li ser armancekî hevbeş hatiye avakirin. Her wiha Serok Barzanî ji serkeftin û guhertin û pêşhatên meydaniyên dawî ya bereyên şer li Sûriye û Iraqê û planên ji bo berev pêşvebirina rewşa şer li hemû bereyan û azadkirina Musilê agahdar kir. Hêviya wê yekê jî xwest ku hemahengî û hevbeşiya her dû aliyan berev pêşve biçê.Li beranber da Serok Barzanî spasî hêzên hevpeymanan û bi taybetî Amerîka kir ku piştevanê Hêzên Pêşmerge bûne û destxweşiyê li erk û keda General Lloyd Austin Fermandeyê berê yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka ya li şerê dijî Da’îşê kir û hêviya serkeftinê jî ji bo General Joseph Votel li erk û karê wî yê nû de xwest. Her wiha ji bilî balkişandina stratejiya serbaziya Hêzên Pêşmerge li bereyên şer şîret û pêşniyarên pêwîst ji bo şanda mîhvan xisterû û di derbarê operasyona azadkirina Musilê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku berî azadkirina Musilê pêwîste peymaneke siyasî li ser qonaxa piştî azadkirina Musilê û çawayiya îdarekirina wê hebê.Li beşekî dinê civînê de behsa rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên nû yên li nav proseya siyasî kirin û her dû alî tekez li ser hemahengî û şêwirîna berdewam ya li navbera her dû aliyan kirin ku ew jî ji bo pêkanîna çareserkirina kêşeyên siyasiyên Iraqê û bi pêwîstî jî zanîn bi navê serkeftina li şerê dijî terorîstan û derbaskirina qeyrana darayî û giriftên din guftûgo û hemahengiya siyasî li navbera aliyên Iraqiyan berdewam bê.Li vê civînê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmet û Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêmê û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiyê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê û Ferîq Cemal Serok Erkanê Pêşmerge amadebûn.

Back to top button