CivakPolîtîk

Enfal encama bê dewletbûnê ye

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ REBeşek ji dîroka jenosîdên ku li Kurdan hatine kirin; operasyonên Enfalê. Dema Enfal tê gotin, 182.000 Kurdên ku di nava du salan de hatin qetilkirin, jinên me yên ku rastî tecawizan hatin, bê dê û bê bav mayîna zarokên me, keçên me yên ku hatin firotin li kerxaneyên welatên cuda û jinên Berzan ku di cîhanê de yên herî dirêj reş girêdane û ji sala 1983 ya heta niha reş li xwe dikin, tên bîra mirov.Di van operasyonên ku Elî Hesen El Mecîd ku navê Eliyê Kîmyewî (Kimyasal Ali)lê hatiye kirin, farmandariyê lê dikir de 8000 Barzanî ku temenê wan di nava 10-70 salî de diguherin ji malên xwe hatingirtin û li çolên Başûrê Iraqê bi zindî hatinbinax kirin. Li Başûrê Kurdistanê ji 4665 gund, 4000 gund hatin şewitandin/xerakirin. 3000 mizgeft û 27 dêr hatin xerakirin.Navê operasyona komkujiyê, ji sûreya Qur’an’a Kerîm ya bi navê Enfalê û 8 pileyên operasyonê jî ji ber ku Enfal sûreya 8. a Qur’an’ê ye.Di dema vê operasyona jenosîdê de Dewleta Iraqê ne tene bû. Wexta ji Filîstîn û Sûrî bi fiîlî piştgiriya leşkeri dihat, hemû cihan wê rewşê kereker/bi awayekê bê deng temaşe dikir. Dîroka Kurdan a jenosîdan ji nû ve dubare dikir. Eynî weke Dêrsim, Geliyê Zîlan, Agirî…Tunebûna dewleteke me ya ku me biparêze bûye/dibe sedem ku di dîrokê de em gellek caran bên qetilkirin. Heke em nebin dewlet wê ev jenosîd her û her bidomin.Encamên bêdewletbûnê ew qas eşkere û giran in. Ên ku bêdewletbûnê diparêzin, hemû jenosîdên ku li Kurdistaniyan bûne pesend dikin û ji bo jenosîdên nû jî bibin bingehê amade dikin. Ev jî eşkere û vekirî îxanet e. Ji bo em karibin pêşî li jenosîdên nû bigirin birînên jenosîdên bere hinek be jî sivik bikin, divê em jî bibin xwedî dewlet. Rêya wî jî sekneke tund li hember dagirkerî û îxanetê û li ser xeta netewî bêtawîz pêşveçûn e.Em wekî Tevgera Ciwanên Kurdistanê di şexsê şehîdên Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û di şexsê dewleta Iraqê ya dagirker de em hemû dewletên dagirker nelet dikin.tevgeraciwanan_371310846TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ14.04.2016

Back to top button