Hevserokê HDPê Selehattin Demirtaş li Almanya Berlînê têkil civînekî bû.Di civînê de Demirtaş li ser “pêvajoya çareseriyê“ û rewşa niha li Bakurê Kurdistanê dîtinên xwe gotin.Demîrtaş da xuyakirin ku HDP di pêvajoyê de xeletî kirine.Demirtaş got ku divê demek nêzik vegerin ser maseyê aşitiyê.Demirtaş got ku li Rojava û Rojhilatê Tirkiye pişgiriyek mezin ji bo aşitiyê hebû. Di vê pêvajoyê de xeletiyên me çêbûn. Me nekarî em aşitiyê bighinin xelkê û lê xwedî derkevin. Pêvajoya aşitiyê nebû malê xelkê di însiyatifa kesan de ma. Rojemevanekî ji Demirtaş pirsî.– Ji bo çi piştî 7ê Hezîranê PKK stratejiya xwe guhert û dest tundiyê kir?Demirtaş bersiva xwe de got: PKKê çima stratejiya xwe guhert, herin vê pirsê ji PKKê bipirsin. Em partiyek demokratikin û li dijê hemû cureyê tundiyêne. Kolana xendeqa rewşa aramî têkbir û bu sedemê tundi û tujiyê. Lê divê ev yek bi diyalogê bê çareserkirin ne bi top û tanqa.Demirtaş berdewamiya axavtina xwe de got: Tundî qada siyasetê tenk dike.Em dixwazin tundî bisekine.Selehattin Demirtaş behsa ragihandina xweseriya demokratik kir û got: Tu pêwendiya partiya me bi ragihandina xweseriyê li hinek deveran tuneye.Bi ragihandina xweseriyê nagihe tu encamekî.Demrtaş tiştên balkêş dibêje. Lê gelo heta çi radeyê Demirtaş dikare li ser gotina xwe bisekine û li dijê Tundiya ku dewlet û PKK dike bisekine?Eger Demirtaş roja yekem li aşitiya ku ew behsê dikin xwedî derketa dê îro malwêraniya kurda ne di vê astê de bû ya.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close