Nivîsar

Salvegera Mele Seîdê Kurdî

 SALVEGERA MELE SEÎDÊ KURDÎSal 1960, roja 23ê Adarê, yanî du roj piştî Cejna Newrozê, seydayê nemir Bedîuzeman Mele Seîdê Kurdî dema ji cihê sirgûna xwe reviyaye û hatiye Urfayê, li wirê çûye ber dilovaniya Xwedê.Mele Seîdê Kurdî jiyana xwe bi gorî du dozên pîroz kiriye, yek doza nijadî ye, ya din jî doza olî ye.Seydayê nemir di herdu dozên xwe de jî paşvedanî û madiyatê têkelê xwe nekiriye, serê xwe ji dagirkeran re neçemandiye, leke û kêmasî neaniye ser xwe û bi palpiştên eqlî yên penî çi li dadgehan û çi jî li girtîgehan rastiya herdu dozên pîroz paristîye.Seydayê nemir piştî ku ji destê leşkerên Rûsî filitiye û hatiye Stembolê, gelek zana û bîrewer lê civiyane û ders daye wan. Gotineke wî ya ku nayê jibîrkirin ev bûye: “Ez bê nan dijîm, lê ez bê azadî najîm.”Em Seydayê nemir bi xweşî û dilovanî bibîrtînin û di rêça wî re her berdewam dibin. Em hêvîdar in ku sala 56emîn a salvegera Seydayê nemir bibe sedemê şîyarbûna bawermend û nijadmendên me… 25/ 03/ 2016Nîzameddîn Yakişik

Back to top button