Divê Êzdî û tevaya mirovatiyê bi zanibin ku, mîtolojiya Êzdîtiyê tu caran zewaca ji bo malê dinê,evîna bi darê zorê û kuștina jinê na pejirîne. Her weha her kes dizane ku mêrê pașverû û zilimkar netenê di nav civaka Êzdî de hene..Vêca ji ber ku ez ne oldarekî Êzdîtiyê me, ez nikarim ji nav ilmê Êzdîtiyê bahsa hinek mînakên li serbabetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê bikim. Lê min di nav malperailimdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravî https://www.facebook.com/lalish.laish1001?pnref=lhc.friends18. März um 12:51-(*1) de dît, evî Êzdînasî li ser buyera kuștina keça Êzdî a bi navê Șîlan, ku libajarê Hannover‘ ê, di șeva șahiya bextewarî-daweta xwe 13.03.2016 de û li ber çavên 300berburiyan ji aliyê „pismam“ekî xwe ve hatiye kuștin kiriye.Li goriya dîtina min, ilmdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravî di vê axiftina xwe(binêren li *1,2) de û bivan mînakên ku di ilm „Qewlê ……“ Êzdîtiyê de li ser babetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darêzorê û kuștina jinê hatine gotin baș șîrovedike û dibêje;„Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser kotekî û zordariyê weha hatiye gotin:„Hincî kesê zordar e û li rêya Xwedê ne yî guhdar eEw li vê dinê û li axretê rûreș û șermezar e“Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser evîn û zewacê weha tê gotin:„ Ew zeviya ser zêde û sê gîsna lê de,ji wê paș ve tovê xwe bavêje tê de“„Ne kû tû bikî dînî û tovê xwe li hișk beyara bi reșînîDa tû li vê dinê û axretê striya jê ne hilînî „„Ji qudreta Pedșê min î dehêr eBinî Adem çêkiribû așqkek vêr eRewa bu ji dilê șahî têr eNe bi merc, zor û zêr e“Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser zewaca ji bo malê dinê weha tê gotin:„Min zor tișt li vê dinê dîtin wê bi kifir,Yek ji wan; hinciyê di mal de sabe malê dinê girtî qîza bukir „Ez jî weke ku di mîtolojiya Êzdîtiyê de hatiye gotin û ilmdarê me yê rêzdar daye xwanêkirin, zewacabi darê zorê û bi taybetî jî kuștina keç/jinê bi tûndî șermezar dikim!Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvîdikim, ku ew Șîlanê bi rahmeta xwe şahbikin!Ez êșa wan berketiyên rahmetiya Șîlan Hesen, yên ku dixwazin kujerê vê buyera kirêt di nav xwe daveneșêrin û wî kujerî bivînin teslîmî hikûmetê bikin parvedikim!Bila bimre pașverûtî û șîdeta mêrê zalimLi gel rêz û hûrmetên,Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê ! 22.03.2016*Çavkanî:1 Adnan Xeravî https://www.facebook.com/lalish.laish1001?pnref=lhc.friends 18. März um 12:512 Adnan Xeravî Shapes not supported
Kemal Tolan
Dost û hevalên hêja,
dema min di roja 14.03.16 de ji çapemeniya Alman û Kurdî a bihist ku keçeke Êzdî a bi navê Șîlan, di 13.03.2016 de li bajarê Hannover‘ ê, di șeva șahiya bextewarî-daweta xwe de û li ber çavên dor 300 berburiyan ji aliyê „pismam“ekî xwe ve hatiye kuștin zahf xemgîn bûm.
Mixabin min heta niha ji ber gelek egeran nikarîbû vê buyera kirêt șermezar bikim, nêrîn û xembariya xwe bi we hêjan re parve bikim!
Êdî ez niha dixwazim, xembarî û nêrîna xwe a li ser babetê „di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê.. „di pêvekê de bi we birêzan re parvebikim. Hêvîdarim ev jî li gor dilê we be û hûn jî bikaribên wê pêșkeșî hezkiriyê xwe bikin!
Li gel rêz û hûrmetên,
Kemal Tolan– Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê !