Civak
PKKê cardin xeta petrolê teqand
Li Bakurê Kurdistanê nêzikê navçeya Hezexê çekdarên PKKê boruya petrolê teqandin. Lê wek tê zanîn ji bo teqandinek berê hatî kirin, xeta boruyê ji 17ê meha şibatê ve girtiye û petrol di boruyan de naherike.Xeta boruyê rojane 600 hezar birmîl petrolê digihîne bendava Yumurtalik a Tirkiye. Ji vê derê jî ji bo firotinê diçe bazara navdewletî. Dema xeta boriyê tê teqandin rojane zererekî 15- 18 milyon dolar dide herêma Kurdistana Başûr.Ev yek jî dibe sedemê aloziya darayî li Kurdistanê.