Li ser rewşa Suriye û Kurdistana Rojava gelek plan û seneryo têne xeberdan. Lê dê rastiyê de çewe dibe nayê zanîn.Li gora senaryoyekî, dê Suriye bibe sê beş. Beşek di destê rejima Esad de dimîne . Bi awayek din dewletek a alewiya çêbibe.Deverên ku Daîş û El Nusra dibe cihê Suneyên Suriye. Dimîne Kurdistan. Rewşa Kurdistanê dê çewe be nayê zanin. Lê eger Suriye bibe sê beş dewleta Kurdî jê li Suriye çêdibe. Niha Kurdistana Rojava di bin destê PYDê deye. Pêwendiyên PYDê û rejima Suriye başin. Lê problem PYD li dijê ragihandina dewletek Kurdiye. PYD dixwaze girêdayê rejima Şamê “Kanton“ li Rojava çêbibin. Ev “Kanton“ çine û dê çewe pêklwerê nayê zanîn.Lê eger Suriye bibe sê beş PYD bivê nevê dê dewletek Kurdî jî derkeve holê. Li Kurdistana Rojava ya herî baş ewe ku, PYD ji dev girêdana rejimê berdê û berjewendiyên kurda yê dewletbûnê bide pêş. Ji bo vê jî pêwiste li gel hêzên din yên kurdî wek ENKSê hevkariyekî pêkbîne. Hêzên leşkerî bibin hêzên hevbeş û Kurdistanê biparêzin.Eger PYD li hevhatina Dihokê vegerê û li gora wê peymanê tevbigerê pirsgirêka Kurdistana Rojava tê çareserkirin. Dibê ku li Suriye ji bo kurda firsatek dîrokî derkeve holê. Dema Kurd vê firsatê ji bo berjewendiyên xwe yên netewî bi karneynin, berpirsê vê dibe PYD û heta hetayê di bin vî webalî de jî dimînin. Eger li Rojavayê Kurdistanê, li gora li hevhatina Dihokê yekitiyek çêbibe û hêzên Kurdistanî yekitiya xwe pêkbînin, rewşa Rojavayî Kurdistanê, di qada navdewletî de dibe xwedî cihekî taybet. Ev yek pêwendiyên navbera Kurdistana Rojava û Başûr jî bi hêztir dike û bandora xwe ya erênî li beşên din yên Kurdistanê dike. Li ser Suriye hemû hêz xwedî planin. Lê mixabin PYD heta vê gavê ne xwedî plane û rê nade ku kurd li Rojava bibin xwedî planekî ku armancên xwe pêkbînin.Ji bo vê jî hêvî ewe ku, PYD li rastiya Kurdistana Rojava û miletê kurd vegerê û yekitiyek siyasî û leşkerî li gel hêzên din ava bike. PYD li gel ereba, Suryaniya dikare hêzek leşkerî hevbeş pêkbîne ,lê heta vê gavê li gel hêzên din yên Kurdistanî hevkariyî nake. Rojevakurd/nûçe- analiz
Pêş
06/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir
06/11/2024
Trump: Ez şer naxwazim, emê şer biqedînin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Trump li pêş e..!06/11/2024