Cîhan

Li Suriye agirbest hate ragihandin lê rewş aloz e

Li Suriye pêvajoya agirbestê destpêkir.Eve demek dirêje ji bo şerê li Suriye heyî, civînên di derbarê pirsgirêka Suriye de tên kirin serneketine. Herî dawî li Genew civîn cardin hate paşxistin..Îro rojê bi agirbestê destpêkir. Rêxistinên wek DAÎŞ û El Nusra ne di nava li hevhatina agirbestê de ne.Ji bo vê yekê jî dê agirbest çikas serkeftî dibe cihê pirsê ye.Nûnêrê NY yê Suriye Staffan De Mistura da xuyakirin ku, ev agirbest berdewam be, dê arîkariya xelkê bê kirin û civîna Genewê 7ê Adarê de çêbibe.Wek tê zanîn rewşa kurda li Suriye ne kifşe. PYD Kurdistanê girêdayê siyaseta rejimê kontrol dike. ENKS di qada navdewleti de temsila Kurda dike. PYD bi tu awayî rê nade partiyên di nava ENKSê de li ser erdê bi azadî xebata xwe bike û hêzên xwe yên leşkerî bibe ser axa Kurdistana Rojava.Ev yek pirsa kurd li Suriye gelekî zehmet dike û destkeftiyên kurda têxe xeteriyê de.

Back to top button