Cîhan
Urdin Kurdistanê ji Iraqê cuda dike
Malpera Balafirgeha Navdewletî Şahjin Elya ya Urdinê, Kurdistan wek dewlet binav dike û li tenişta wan welatan jî daniye ku xelkê wê dikarin bi bê vîza serdana wî welatî bikin.Di rêzbendiya Balafirgeha Navdewletî ya Şahjin Elya de, hatiye diyarkirin ku kîjan welat divê vîza werbigirin û piştre serdana Urdin bikin, ku Kurdistan tê de wek welat navê wê hatiye û pêwîstiya wê bi vîzeyê tune ye.Herwiha Iraq û Komara Îslamî ya Îranê di nav wan welatan de ne ku divê xelkê wê bi vîza serdana Urinê bikin.