KulturNivîsar

 Dêzimanê min rûmeta min e.

 Îlhamî Can[email protected] Belê, ez jî baş têgihiştime ku vana gotinên gilover û qlasîk in. Hûn dizanin çima? Kurd hêjî, bi piranî, axlem Kurdên serokê partî û rêxistina(li bakur), bi zimanê Tirkî şerê Kurd û Kurdistanê dikin. Kerem bikin, bi mînakekî zindî ku di civînên ”Kurdîstanîya” da li Ewrûpayê, li Tirkîyê, Kurd, ji alî kêjan partî û rêxistinê dibe bila bibe bi zimanê xwe na, lê bi zimanê dagirkera, nexwe bi zimanê Tirkî hem diaxifin û hem jî şerê hevdû dikin. Nexwe şer û lecê di nava Kurda da jî, bi giranî û bi piranî bi zimanê Tirkî ye. Hêzên kêjan rêxistinê dibe bila bibe, ma hûn şerê çi dikin? Ma gelo hûn qet şerm nakin?Girîn jî ken jî ger bi Kurdî(dêzimanê meriv) be, tamdar û watedar e. Yan na, çi xwe çi jî me bixapînin! Qet neceribînin! Hûn bi tevayî di xizmeta ”Tirkî” da ne. Çima; We wusa kiriye ku îroj li Ameda ”şewitî” ji sedî heftê/heştê çi dibêjin; ”Birê min, anliyam ama konuşamiyam”, yan jî ”heval, sen ne diyisen?” Peyva ”bira” û ”heval” bi Kurdî ne, yên dinê tev bi Tirkî ne.Sedem jî, bela jî, sûcdar jî, şikdar jî, zandar jî, perpirsîyar jî bi giranî hûn ”sîyasetmedar” in. Qet xwe nesipêrin; ”Dewlet qedexe kiriye.” Vana çîroka Mîrze Meheme ne! Bi serê min û we, tu dibêjî qey ”toto” li we ketiye, ne! Ma li Ewrupayê jî dewlet qedexe kiriye? Tenê sloganekî bi Kurdî ye(bijî serok …), yên dinê; axaftin, vegotin, rexnegirtin û şerkirin tev bi Tirkî ne.Hûn derewkar û virek in. Qet derewa nekin, lewra ku hûn hem  xwe hem jî gelê Kurd dixapînin!Berya her tiştî, ez jî bi sedema 21´ê Sibat´ê ya ”roja dêzimana navnetewî”, dêzimanê Kurdî pîroz dikim.Belê, peyv û gotina ”dêziman” hem rûmeta min e, û hem jî girîn û kena min e. Lewra ku ez dê bi girîngîya rewşa zimanê Kurdî, li ser peyva ”dêziman” û ”zimanê zikmakî” hewl bidime xwe ku hinek vebêjim û binirxînim.Li ser peyva ”dêziman” û ”zimanê zikmakî”; van peyva, di navnetewî da, kok û naveroka xwe ji zimanê Îtalî/Latînî digirin. Bi Îtalîya nûjen jî; ”Lingua materna”= Axaftina zimanê dayikê ye… Vê gotar/peyva Îtalî, bi wate û bêjeyekî rast li ser gelekî zimana hatiye wergerandin. Fenî ku li ber mînakên jêrîn jî tên dîyarkirin, hima-hima di tevayî zimana da peyva;a- ”dayik”ê – ”dê” ûb- ”ziman”/”axaftin”/”peyivîn”/”dengdayin”/”dengkirin”/”sewtdayin” heye.Di dawî da jî, ji herdû peyva, navdêra ”zimanê dayikê” pêk anîne. Bi kurtasî, di alîkî da ”dê” ye, di alî din da jî ”ziman” e(dê û ziman).Nûha, em li ser gotina ”zimanê zikmakî” bisekinin. Me ji peyvên ”ziman” û ”zik” fam kir, lê gelo zik û zikmakî çi ne? ”Zimanê” ”zikê” ”makî” çi ne? Ger mak û makî ”dê” û ”dayik” be; bi pirsekî pir hêsa; gelo kîjan Kurd ji bûna diya xwe, di dewsa ”diya min” da dibêje ”maka min”? Ger ”mak” dayik be; gelo kî di dewsa ”navê diya min” da dibêje; ”navê maka min” Fatê/Sêvê ye.Ger navdêr ”zimanê zikmakî” be; di vegotinê da weha dibe; zimanê zikê ”maka” nexwe ”ajala”, ajalên ”mê” dibe, ma ne wusa ne?! Ez hew dikarim vêya bibêjim; ev çi nezanî ye, ev çi ”xizanî” ye, û ev çi ”analfabetî” ye! Meriv ji qomedîbûnê pêştir tu gotin û vegotinekî dinê nabîne.Sedema dudoya jî; peyva ”mak”´ê ne ji bûna meriv/însana ye, nemaze pir kêmdîtî be jî ji bûna ajala ye, ”dayika” ajala ne. Fenî; ”Berxek û maka xwe” tê gotin. Bi taybetmendîyekî dinê; navê kewa; marî(mê)/makew û margîros(nêr)/?/ in.                           Hew ji bûna gur û kuçikên mê ra, bi navekî taybet ”dêlegur” û ”dêlik” tê gotin, ku bi Tirkî ya wê; kancik e. Di halê herdûya da jî rengdêr in, û nizm û piçûkxistin e(fenî ”tu li wê dêlikê binêre” – ”dêlika dêlik”).Mêr û jinên ajala hew bi peyvên ”nêr” û ”mê” tên bilêvkirin.Fenî ku tê zanîn, di Kurdî(Kurmancî) da ji bû diyar û kifşkirina nêr û mê´ya, formata herî rasttirîn ev in, ku;a- bi hevgirêdanka ”e”;   Kerê nêr; Kerenêr / Kera mê; Keremê…Şêrê nêr; Şêrenêr / Şera mê; Şêremê…b- halê sade;                    Masîyê nêr; Masînêr / Masîya mê; Masîmê…Rûvîyê nêr; Rûvînêr / Rûvîya mê; Rûvîmê…(Ji bû agahdarî; bi Farisî; Şîre nar û Şîre madeh)Nûha jî em hinek mînaka li ser peyva ”dêziman” bi zimanên dinê bidin ku bi giranî li ser ”dê/dayik” û ”ziman/deng” in. Kerem bikin;Bi Tirkî; anadil – Qazakî; ana tili – Qirgizî; ene til – Özbekî; ona tiliBi Swêdî/Danmarqî; modersmål – Norveçî; morsmål –Bi Îngilizî; mother tongue – Fransizî; langue mathernelle – Hindî; maatrbhaashaBi Îtalî; madrelingua – Katalanî; idioma matern – Latînî; matris linguaBi Hollandî; moedertaal – Spanyolî; idioma materno – Romanî; limba maternaBi Ermenîkî; mayrenî lezun – Almanî; muttersprache – Walesî; mamiaithBi Çekî; materstina – Serbî; maternji jezik – Arnawudî; gjuhe ametareLoma gotina ”zimanê zikmakî” şaş e, û ne rast e. Bila ku peyva ”dêziman” jî wekî mînakên jorîn ji ”dê/dayik” û ji ”ziman/deng” pêk tê, rast e, û li Kurdîya me jî pir xweş tê.De bi carekî dinê; dêzimanê me rûmeta me ye.      

Back to top button