Pkk sinorê me diparêze
Fermandarekî hêzên erdî yê Pasdarên Îranê di rewremekî de behsa metirsiyên li ser welatê xwe kir û ragehand: ‘’Çar aliyên me bi terorîstan hatiye dorpêç kirin û pêwîste parastin li nirx û baweriyên olî yên nawxe jî bikin.’’ Fermandarê Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr di axvtina xwe de dibêje: ‘’Welatême ketiye di nava rewşek aloz de. Ji % 60 ê sînorên welatê me ji aliyê welatên cîran ve nayê kontrol kirin û ketiye di bin kontrola terorîstan de’ Mihemed Pakpûr got: ‘’Li bakûrê rojava heta Serdeşt grubên terorîstên PKK hene û artêşa Îranê tu rolekî xwe tuneye di parastina wan sînoran de û li Qasim deşt heta Somar jî her waha di dest terorîstan da ye û li Somar heta Şelemçe jî her waha ye.’’ Herwaha fermandarê hêzên bejayî diyar kir: ‘’Li sînorên Pakîstan û Efganîstanê grupê terorîstên DAIŞê birêve dibe. Pêwîste artêş bikeve rewşa amadebaşiyê ji bo parastina sînoran û xwîn bê rêştin ku zarokên me neyên kuştin.’’