Barzanî li gel Britaniyan qonaxa piştî Daîşê nirxand

Îro li Selahedînê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Beyker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de behsa Konferansa Asayîşa Munix 2016 û hevdîtin û çalakiyên Serok Barzanî li wê konferansê û encamên wê kirin. Her wiha di derbarê qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûn û çareserkirina qeyranê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya amadehiya welatê xwe ragihand ku li rêya şêwirîn û şandina tîmê teknîkî ya pîspor ku yarmetiya Herêma Kurdistanê ya li derbasbûna qeyranê bide.Her li vê hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya navçeyê û Iraqê û şerê Da’îşê kirin û her wiha amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da’îşê guftûgo kirin.

Nerîna min :