DosyaPolîtîk

Ji PKKêre bêjin bes e, yan jî hunê bibin şirîkê xiyanetê

Tevgera Ciwanên Kurdistanê li ser rewşa Kurdistanê û siyaseta PKKê rêvedibe, daxûyaniyek ji bo raya Giştî belav kir. Tevger di Daxûyaniyê de dibêje:Di demeke ku eşkere xuyaye ku PKK wezîfeya astengkirina serxwebûna başûrê Kurdistanê girtîye, di perçeyên din de jî xuyaye ku astenga herî mezine li pêşiya bidestxistina mafên netewî de çi hewce be (mixabin dereng bû lê hîn jî wext heye) divê rokê zûtir û bêyî kul i ser zêde bifikirin bê kirin. Daxûyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê: An Hunê Ji PKKê re Bibêjin Bes e An Jî Hunê Bibin Şirîkê ÎxanetêDema başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bixe, wê di wî karî de rola Partî/Cenabê Serok Barzanî girîng be; loma wê spasî, rêz û pesindayînên Partî/Cenabê Serok a herî mezin be. Li hember wê ger derfeta serxwebûnê ji dest biçe, sedem çi dibe bila bibe wê di nîşana rexneyan de dîsa pêşiyê Partî/Cenabê Serok hebe.Em tev baş dizanin ku “partiyên Kurdan” ku pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistanê ji xwe re kirine armanc hene û belkî jî hebûna wan astenga herî mezin e li pêşiya serxwebûnê. Hin partiyên ku dibêjin ku ew ne li dijî serxwebûnê ne lê bi polîtikayên xwe cesaretê didin partiyên ku li dijî serxwebûnêne jî hene. Di nav partiyên bi tesîr de bi tenê PDK û qismekê YNK di mijara serxwebûnê de xwedî helwesteke erênî ne. Nakokiyên di nav YNKê de û têkiliya qismekê wan bi Îranê re, têkiliyên veşartî ku bi Goran û PKKê pêş dixe, zehmet dike ku li ser YNKê nerîneke giştî çêbibe. Ji ber vê yekê rêxistinek ji aliyekî serxwebûnxwaz ji aliyekî jî asteng li pêşiya serxwebûnê derdikeve pêşiya me.Ger; dengeyên ku li Rojhilata Navîn pir zû diguherin, şerên berjewendiyê yên dewletên mezin û li hev kirinên wan, di van şer û lihevkirinan de rola rêxistinên taşeron ku kêm dibin û zêde dibin baş bê nirxandin pêwîst dike ku gavên ku wê di rêya serxwebûnê de bên avêtin neyin derengxistin. Heta divê şaxên herêmî ku tê zanîn li pêşiya serxwebûnê ne pêşiyê bên bêtesîrkirin û bi sûdwergirtina ji şert û mercan pêşiya texrîbatên mezin ji serî de bên girtin.Di demeke ku bêhiş jî fam kirine PKK rêxistineke taşeron e, nexwestina dîtina vê rastiyê ya Partîyê an jî ger dibîne jî bêtedbîrmayîna wî cihê fikarê ye.Sedema mezin a texrîbatên ku li başûrê rojavayê Kurdistanê çêbûn; polîtikayên şaş ên Partîyê, nêzîkbûna wî ya ji dilpakî û gotinên wî yên “Bila birakujî çênebe” ku dûrî rastiya têkoşînê ne bûn.Êdî Partî jî dibîne ku astenga herî mezin a li pêşiya serxwebûnê PKK ye; dibîne lê mixabin hîn jî helwesteke wî ya rast û zelal li hember PKKê tuneye.Helwesta faşîzan a medyaya PKKê li hember Partî/Cenabê Serok, polîtîkayên wî yên başûrê rojavayê Kurdistanê, îxaneta wî ya Şingalê eşkere ye. Teqandina boriya petrolê ji aliyê PKKê ve bi tena serê xwe delîleke eşkere ya îxanetê bû, lê ji ber ku helwesteke tund li hember wan çênebû bû sedem û zemîn ku projeyên din ên îxanetê têxin pratîkê.Di bin navê Goranê de şandina zilamên xwe ji bo li başûrê Kurdistanê Partîyê tengav bike (Ev jî tê maneya ku hêvîyên serxwebûnê biqedîne) ya PKKê hîn bûyereke nû ye. Li ser vê yekê êrişkirina boriya petrolê ku başûrê Kurdistanê bi xêra wî stirîye, nîşan e ku di îxanetê de bêsînor in.Mijara balkeş ewe ku PKK hewce nabîne vê îxaneta xwe veşêre. Heta di daxuyaniya ku di bin navê KCKê de dan, curet kirin û gotin “Emê destûrê nedin plana gazê ya di navbera Kurdistanê û Tirkîyeyê de”.Di demeke ku eşkere xuyaye ku PKK wezîfeya astengkirina serxwebûna başûrê Kurdistanê girtîye, di perçeyên din de jî xuyaye ku astenga herî mezine li pêşiya bidestxistina mafên netewî de çi hewce be (mixabin dereng bû lê hîn jî wext heye) divê rokê zûtir û bêyî kul i ser zêde bifikirin bê kirin.Ger di vê mijarê de gavên pêwîst neyin avêtin, xeyala serxwebûnê ku Partî/Cenabê Serok pêşengiya wî dike ne mimkun e pêk bê. Heta wê hebûna Partîyê jî têkeve xeteriyê. Ji ber ku her ku li hember wan bêdeng dimînin PKK zêdetir ji ser xwe ve diçe û di îxanetê de gavek din diavêje. Her ku PKK pêş dikeve, gergefa li dora Partîyê/Cenabê Serok teng dibe.Gavên reformê ya Cenabê Serok Barzanî him di nava Partîyê de him jî di nava hikumetê de erênî ye. Lê di vê mijarê de biryarên radîkaltir negire wê encameke jê negire.Berî her tiştî divê kadroyên Partîyê biguherin. Divê kadroyên ciwan ku cihanê baştir tehlîl dikin, rêxistinên taşeron wek PKKê baş nas dikin û dikarin li hember wan xwedî helwest bin wezîfeyê dewr bigirin. Lazime li derdora Partîyê kesên zêde dewlemend ji bo fedakariyê bikin bên teşvîklirin, ên ku gavên pêwîst navejin ji Partîyê bên dûrxistin û Partî dest deyne ser dewlemendiya wan. Divê Kurdên bakûrê Kurdistanê ku bi rêya Partîyê li başûrê Kurdistanê kar dikin (ji ber qeyrana aborî) alîkariyê bikin, ên ku xwebexş alîkariyê nekin divê Partî dest deyne ser şîrketên wan. Pêwiste di hemû qadên jîyanê de tasarrûfên aborî bên kirin û bi îmkanên ku bên bi destxistin maaşê Pêşmergeyan bên dayîn, xwedî li malbatên Pêşmergeyan bê derketin. Bi van tedbîrên aborî û yên wek wan wê Hikumeta Kurdistanê hêsantir pirsgirêkên aborî çareser bike. Di demeke ku serxwebûn li ser zimana ye û îxanetkar li hember serxwebûnê li ser kar in, “zagon û demokrasi” bo Kurdan ne pêwîst e. Tiştê pêwîs ewe ku hikumeta niha li ser xwe bimîne û bibe dewlet. Hemû tiştên ku di rêya dewletbûnê de bên kirin meşrû ye/rast e.Tiştê ji tedbîrên aborî pêwîsttir, tedbîrên li hember taşeronan e.Pêwîst e Hikumeta Kurdistanê (Ger Hikumeta Kurdistanê vê biryarê negire lazim e Partî bi tena serê bigire) PKKê li başûrê Kurdistanê qedexe bike û hemû faaliyetên wî asteng bike. Wekî hemû rêxistinên ku qesta hebûna Kurdistanê dikin û dibêjin ku li dijî serxwebûnê ne PKK jî dijminê Kurdan e. Ji ber vê yekê DAIŞ çi be PKK jî ew e û divê miemeleya rêxistineke terorî pê bê kirin.PKK di hemû qadên jîyanê de dijminantiya Kurdistanê dike û medyaya wî jî bi awayeke qirêj û sistematîk dijminantiya Partî/Cenabê Serok dike. Li hember vê qirêjbûn û îxaneta PKKê medyaya başûrê Kurdistanê (Bi taybetî medyaya nêzî Partîyê ku weşanên Tirkî dikin) eşkere propagandaya PKKê dikin û hemû heqeret û tawanbariyên ku li Partîyê dibin qebûl dikin. Di medyaya başûrê Kurdistanê de ji dêvla mijarên serxwebûnê û rûdanên li başûrê Kurdistanê, çalakiyên PKKê û daxuyaniyên wan ên îxanetê cih digirin. Ev helwest welatparêzên li bakûrê Kurdistanê zêde eciz dike û dibe sedem ku baweriya li hember başûrê Kurdistanê/Partîyê/Cenabê Serok xisarê bibîne. Divê Partî medyaya nêzî xwe sererast bike, ger nikaribe sererast bike tunebûna wan saziyên medyayê ji hebûna wan a bi wî awayî bi fêdetir e.Piştevanên herî mezin ê Partîyê/Cenabê Serok, Kurdên dînamik ku xewna wan a serxwebûnê bi dawî nebû ye ne. Ger Partî wan Kurdan wenda bike, wê her tiştê xwe wenda bike. Lê Partî gavên pêwîst di rêya serxwebûnê de biavêje, bi vê armancê pêşiyê tedbîrên tund li hember rêxistina îxanetkar PKK bistîne, misoger wê biserkeve. Ji ber ku helwesta li hember PKKê wê potansiyeleke welatparêzan ku naye texmînkirin rake ser piyan.Tiştê eşkere û vekirî ewe ku ger başûrê Kurdistanê dixwaze serxwebûnê bi dest bixe divê PKKê mehkûm bike. Ger ew mehkûm neke ewê bi xwe mehkûm bibe. An wê Partî wek mîsyona xwe ya dîrokî ber bi serxwebûnê bimeşe û hemû astengan ji holê rake yan jî wê hêvîya serxwebûnxwazan biqedîne û teslîmî îxanetkaran bibe.Hêvîya me ew e ku Partî êdî bibêje “bes e” û bi riheke Kurdistanî li hember îxanetkaran tevbigere. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ22.02.2016

Back to top button