Hevpeyvîn

Şîretkara Esed: Yekîneyên kurdî beşek ji yekîneyên arteşa Suriyê ye

Şîretkara siyasiya serokê Suriyê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku hêzên kurdî, PYD, YPG û YPJ beşek giring ji Suriyê ne û hevkariyeke baş digel arteşa erebîya Surî de heye û ew bi hev re digel balefirên şer yên Rusiyayê dê hemû axa Komara Erebiya Suriyê ji destê terorîstan azad bikin û li hember Tirkiye dewletên dijmninên Suriyî liberxwe bidin.Buseyna Şaban şîretkara siyasiya serokê Suriyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel kanala Rusiya Alyom dibêje ku hêzên kurdî beşdariyeke raste rast di azadkirina axa Suriyê de heye. Di operasiyonan de arteşa erebî ya Suriyê digel PYD hevkariya hev dikin û hevahengiyeke baş di navbera wan de heye.Ew dibêje ku, bi hevkariya çekdarên PYD, arteşa Suriyê û balefirên cengiyên Rusiya axa welêt û Suriya azad dikin.Ew xanim dibêje ku,yekîneyên kurdî beşek ji yekîneyên arteşa erebiya Suriyê ne û yekparçeyiya Suriyê diparêz in û li dijî Tirkiye û terorîstan diceng in. (Hewlêr)

Back to top button