CîhanPolîtîk

Yekgirtuya Îslamî: Peqandina boriya nefta Kurdistanê ji terorê nekêmtir e

Serokê fraksyona Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de li ser helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê û peqanidna borya nefta Kurdistanê de dibêje ku, çênabe PKK gefên peqanidna borya gaza xwezayî ya herêma Kurdistanê bike û ” ev gefên PKKê ji terorê nekêmtir e”Musena Emîn serokê lîsteya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê li parlamnetoya Îraqê di daxiyaniyekê de ji Basnews li ser reftar û gefên PKKê li ser herêma Kurdistanê dibêje:- Qutê xelkê başûrê Kurdistanê bi neft û gazê ve girêdayî ye. Her kes û aliyê wê neft û gazê bibre wek wê yekê ye ku xelkê Kurdistanê bixendiqîne.- Eger PKK gefên peqanina borya gaza xwezayî ya herêma Kurdistanê bike, ew karekî dijminane li hember herêma Kurdistanê dike û ew yek ji terorê nekêmtir e. PKK bi peqandina boriya nefta Kurdistanê pirsa kurd li bakûr çareser nake.Weke tê zanîn heftiya borî Demhat Egîd peyvdarê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) gotibû ” Hinartina gaza xwezayî ya Kurdistanê bo Tirkiyeyê , hikûmeta Tirkiyeyê bihêz dike û em rê ji rakêşana wê boryê re nadin”

Back to top button