Goran: Ne dema dewleta kurdî ye
Parlamentereke Tevgera Goranê li parlamentoya Îraqê dibêje ku, niha ne dema ragehandina serxwebûna Kurdistanê ye û gelê kurd li başûrê Kurdistanê ji bo ragehandina dewletê neamade ye.Tavge Ebdula parlamentera Tevgera Goranê li parlamentoya Îraqê pêşbîniya dewleta kurd nake û dibêje ku, li başûrê Kurdistanê bingeha dewletbûnê nîne û gelê kurd li başûr ji bo qonaxeke wisa xwe amade nekiriye.Li gor Basnewsê wê parlamenterê gotiye ku, Mesûd Barzanî dixwaze dewleta kurdî a serbixwe rabigihîne û navê xwe di dîrokê de qeyd bike.Piştî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe ya bi minasibeta sersala nû de behsa referendoma ji bona serxwebûna Kurdistanê kirî, berpirsên Tevgera Goranê kampaniyayek li dijî referendomê û serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye. Li gor hin çavdêrên siyasî Tevegra Goran li gor daxwazên Îran û Îraqa Şîye siyasetê dike.