Hevpeyvîn

Navbera wî û Berhem Salih ne başe

Waliyê Kerkûkê di hevpeyvîneke xwe de behsa pirsgirêkên navxwe yên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dike û dibêje ku navbera wî û Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ne xweşe.Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê û endamê polîtbûroya YNKê roja 29ê vê mehê di hevpeyvîneke xwe de digel kanala NRT dibêje ku, ev demek dirêje navbera wî û Berhem Salih ne başe:- Piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê û diyarkirina serokomar, têkeliyên min û Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê YNKê zêdetir aloz bûn. Me hev du dîtiye û hev du rexnejî kiriye, lê ez hêvîdarim navbera me baş bibe.Weke tê zanîn di sala 2014ê de, ji ber nakokiyên navbera baskên YNKê, wê partiyê ji bo posta serokomariyê sê kandîd; Berhem Salih, Fuad Mesûm û Necmedîn Kerîm destnîşan kirin. Lê pişt re kandîdê baskê Hêro Îbrahîm Ehmed (hevjîna Celal Talebanî) Fuad Mesûm bo serokomarê Îraq û Necmedîn Kerîm jî li dijî Salih piştgirî da Mesûm.

Back to top button