Li bajrokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kudistanê bi molotofan êrîşî baregeha ENKSê û PDKSê kirin. Şaxê Encuemena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, êrişî navenda ENKSê ya li vî bajaorkê hatiye kirin. ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, ew êrîş ji ber kampanya wan a bo komkirina 1 milyon îmzeyan pêk hatiye. ENKSê herwiha diyar kir, ku êrîş îro serê şefeqê saet 01:45an û bi molotofan hatiye pêkanîn û jibilî baregeha wan, êrişî bargeha Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) ya li bajarokê Tirbesiyê hatiye kirin. ENKS herwiha tekez kir, ku êrîşên bi vî awayî nikarin wan bêdeng bikin, berovajiyê wê yekê ew dê xebata xwe hêj zêdetir xurt bikin. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê nehatiye dan, ku kîjan alî yan alîyan ew êrîş pêkanîne.(Rudaw)
Pêş
25/10/2026
Amedspor serkeftin destve anî 1-2
25/10/2026
Bûyere:4 jê zarok 6 kes ji malbatekî jiyana xwe ji dest dan
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Dron û hêzên Ukraynayî li Kurdistanê tûneye23/10/2026


