Li Hewlêr ji bo kurdî meşiyan
Bi beşdariya jimareyek rojnameger û rewşenbîr li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, xwepêşandanek ji bo daxwaza xwendina bi zimanê kurdî hate sazkirin.
xopishandanSerpereştê xwepêşandanê Selam Ebdelah ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Îro, li hember Serkonsûlxaneya Tirkiyê li bajarê Hewlêrê, me xwest peyama xwe bigihînin berpirsên Konsûlgehê.”
Ebdelah wiha domand, “Ev maf ji berî hemû mafên mirov e, û hîç yasayeke navdewletî rê li ber vî mafî nagire.”
Peyama xwepêşanderan Ebdelah wiha aşkere kir, “Em dixwazin ji hikûmeta Tirkiyeyê re bêjin; dawî li wê siyasetê bîne û rê bide zarokên kurd ku bi zimanê xwe bixwînin.”
Tê zanîn ku berî çend rojan de wan xwepêşandaneke hemeta li hember Konsûlxaneya Îranê li Silêmaniyê jî li dar xistin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha li her sê parçeyan, kurdên Sûriyê, Tirkiye û Îranê mafê wan ê xwendin û fêrbûna bi kurdî nîne ku ev jî ji aliyên gelê kurd ve bûye cihê dilgiraniyê.
hr (AKnews)