Hevpeyvîn

Hevpeyivîn li ser Kongreya PDK-ê a 13-ê bi Taha Berwarî re

– Sipas Kek Taha ji bo vê hevpeyivînê. Ez kêfxweş dibim ku em di vê hevpeyivînê de li ser agahiyên derbarê Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK-ê) rawestin. Bi tyabetî ji bo xwednevanên me yên derveyê Herêma Kurdistanê bibin agahiyên berbiçav yên nasandina kongreyê.

Bawer dikim PDK cara pêşîn e kongreya xwe di dewra avabûna dewleteka kurd a federe de dicivîne. Îro rola partiyê hem di îdarekirina Herêma Kurdistana federe, hem jî di ya hukumeta federal a Bexdayê de heye.

Gelo di demeka wiha de ku PDK parçeyek e ji birêvebiriya temamê Iraqê û beşeka giring a Herêma Kurdistanê meriv dikare rewşa ku kongre tê de dicive çawa binirxîne. PDK di çi rewşê de diçe kongreyê?

– Sipas ji bo te jî Kak Murad. Kongreya Partiyê ya 12-ê, sala 1999-ê li Hewlêrê civiya. Wê demê piştî raperînê kurdan beşeka îdareya welat xistibû bin destên xwe. Lê şertên gelek cuda ji yên nuha hebûn. Rejima Saddam hê hilneweşiyabû. Kurdistan di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de bû, lê rewşeka gelek dijwar li Kurdistanê serdest bû. Ambargoyeka du alî hebû. Yek a Neteweyên Yekbûyî bû ku li ser temamiya Iraqê ji ber siyaseta rejima Saddam likar bû, ya din jî tehdîd û ambargoya rejimê bi xwe ya li ser Kurdistanê bû. Îmkanên kurdan di dereceya tuneyiyê de kêm bûn, pêdiviyên jiyanê jî têra xwe bidest nediketin.

Biryara statuya federe di sala 1992-yê de ji bal parlamentoya Kurdistanê hat qebûlkirin. Ev yekalî bû, hukumeta Iraqê û derûdorên navneteweyî ev statu hiqûqiyen qebûl nekiribû.

Statuya Kurdistanê ya federe piştî ketina rejima Saddam berê bi Qanûna îdareya Derbaskirinê (Transition Administration Law) bi esasî jî di Destûra Bingehîn a sala 2005-ê de hiqûqîyen qebûl bû ku bingehekî xwe yê destûrî yê şer’î hem li hundurê Iraqê hem li derva wergirt.

Di navbera kongreya 12-ê û ya 13-ê de 11 sal derbas bûne. Di hundurê vê demê de guhertinên berbiçav ên mezin hem li asta Kurdistanê û Iraqê, hem jî li ya Herêma Rojhilata navîn pêk hatin.

Roleka giring a partiyê di van guhertinên welatî û herêmî de heye. Tesîra wê ya di nav rûdanan de nayê înkarkirin. Nuha ku partî kongreya xwe ya 13-ê dicivîne, ew mihtac e karûbarên xwe yên ji wê rojê û vir de, serpêhatî û tecrubeyên xwe binirxîne, encamên taze ji bo dewra nuha a piştî kongreyê derîne.

Bi taybetî piştî ketina rejima Saddam, Kurdistanê û gelê wê destkeftên mezin bidestxistin. Me herêmeka federe heye ku her ku diçe xurttir dibe, dezge û mieseseyên wê yên netewayetî yên burokratîk û siyasî û civakî gav bi gav zêdetir cihên xwe werdigirin. Me îdareyek heye bi serokatiya Herêmê, hukumet û parlamentoya wê. Em bi xwe, xwe îdare dikin. Serokê me, hukumeta me, parlamentoya me, nuneriya me heye.

Kurd di îdarekirina Iraqa federal de jî bûne xwedan destkeftiyên mezin. Serokê Komarê Kurd e, grûpeka Kurdistanê ya xurt li parlamentoyê heye. Di hukumetê de me wezîr hene. Wezîrê derve, cîgirê serokwezîr, cîgirê serokê parlamentoyê, serokerkanê orduya Iraqê kurd in. Me 12 wekîlên wezîran yên kurd hene.

Di pirs û pirsgirêkên birêvebiriya Iraqê de roleka mezin a kurdan hebû. Di krîza dawîn a pêkanîna hukumeta Iraqê de destpêşxeriyên birêz serok Mesûd Barzanî biserketin û rêvekir bûn ji bo avakirina hukumeta nuh a Iraqê ku hem li hundur, hem li herêmê hem jî di ware navneteweyî de rola kurdan a bilind xiste ber çav.

Ji alî din ve, hê qonaxa normalîzebûnê ne ji bo Iraqê ne, jî ji bo Herêma Kurdistanê hatiye. Me hê hemû destkeftên xwe bidest nexistine. Hindek maddeyên destûrê tevî ku di referandumekê de bi rêjeyeka ji%80 yê xelqê Iraqê hatiye qebûlkirin, cîbicînabin. Gelek qanûn hene ku li gor destûra nuh diviya bê derxistin hê derneketine. Pirsa deverên nakokî li sere; ji wan ya Kerkukê ku nexşeriya wê di maddeya 140-ê a Destûrê de hatiye nîşandan, çareser nebuye. Qanûna petrolê ya ku neliheviyên pêkhateyên Iraqê ji hole rake hê nehatiye pesendkirin. Rêgiriya wezîrê petrolê ê Iraqê li hemberî karûbarê Herêma Kurdistanê a ji bo lêgerîn, berhemînan û belavkirina petrolê berdewam e. Mirov bi ronî dibîne ku wezîrê pêtrolê siyaseteka kesî nameşîne belkî siyaseteka bernameyeka dariştî ye. Pêşniyara ku birêz Huseyin Şahrestanî bibe cêgirê serokwezîr di pirsa enerjîyê da eger rast be wateya padaştkirna siyaseta wî ye. Giring e di haletek weha da kurdan helwêstê xwe hebe.

Di avêtina gavên taze de jî her tişt hê li gor daxwazên kurdan nameşin. Mesela serokê Parlamentoya Iraqê ê ku nuh hatiye hilbijartin Nuceyfî; erebekî sunne yê gelek dijî kurdan e. Di encama hilbijartinên dawî de hejmara grûba kurdan li parlamentoya Iraqê kêmtir bû.

Li Kurdistanê jî rewşeka nuh a siyasî heye. Me mixalefeteka nuh a formel ya siyasî li derva û li nav parlamentoya Herêmê peyda buye. Ew mixalefet bi serê xwe ket hilbijartinên parlamentoya Bexdadê.

Lê bi saya destpêşxerî û mihaweleyên serokê Herêmê rêzdar Mesûd Barzanî îro bi vê mixalefetê re diyalogek navxwe heye, di karûbarên parlamentoya Iraqê de ew jî tê de kurd hemi bi hev re tevdigerin. Yekrêziya kurdan pêkhatiye.

Wek hûn dizanin di civînên avakirina hukumeta nuh a Iraqê de 19 xalên daxwazên kurdan wek daxwazên Kutleya Kurdistanê ya parlamentoya Bexdadê pêşkêşî terefên ereb bûn. Kurd li ser wan daxwazan ciddî ne. Çimkî ew gelek giring in ji bo kurdan û ji bo bidestxistina van daxwazan yekrêzî û yekdengiya kurdan xwedan roleka heyatî ye.

Yanî ji 11 salan û bi vir de gelek pêşkeftinên pozîtîf bûne lê hin kêmasî û xeterên ciddî jî hene. Partî di demeka wiha de diçe kongreyê. Lazim e van herdu aliyan jî binirxîne, bi perspektîfên nuh û taze encaman derxîne û wan raxe ber paşeroja gelê Kurdistanê, bi taybetî birêvebir û endamên PDK yên di her dereceyê de yên di hemû waran de; çi li hundur bin, yan li derva. Erkê ser şanê partiyê û kadroyên wê kêm nebûne, zêdetir bûne.

– Birêz Taha Berwarî, di vê rewşa han de kongre dicive. Gelo karûbarên esasî ji alî pirsên îdeolojîk, siyasî, program û destûrnameyê, wergirtina postan di warên bilind û xwe-nuhkirina kadroyan de çi ne? Di partiyê de di van waran de ê guhertin bibin yan na?

– Belê çawa! Partî ê di gelek waran de xwe nuh bike û erkên nuh, perspektîfên nuh bide ber xwe. Kadroyên nuh û taze ê bi rolên giring rabin. Partî ê programekî nuh û peyreweka navxoyî ya nuh qebûl bike. Berî demekê komisyonek ji bo reşnivîsa projeya program û peyrewa partiyê pêkhat û wê pişt re reşnivîsa programa taze belav kir. Reşnivîs ji bo minaqeşe û pêşniyaran hatiye belavkirin. Komisyonê gelek adresên pêwendîdanînê eşkere kirine ku hem endam û berpirsên partiyê, hem jî ronakbîrên kurd, welatî dikarin dîtin û pêşniyarên xwe eşkere binivîsin yan jî bigihînin komisyonê.

Programa partiyê a nuha ji dema sîstema dukampî ya dewra şerê sar maye. Partî dixwaze di warê îdeolojîk û siyasî de xwe ji gelek têgeh û têgihîştinên kevnbûyî yên ku bersiva probelmên dinyaya îro nadin xelas bike û bi dîtineka hemvdem a bersivdera dema îro ya pêşketî ji kongreyê derkeve. Partî dixwaze avabûna rêxistina xwe jî hem li gor rewşa nuha a Kurdistanê, ku ew buye herêmeka xwdan muesese ya ber bi demokrasiya pirpêkhateyî, hem jî li gor qonaxa nuha ya hemdem a global biguhere.

Taybetmendiyên ku li dema pêşmergayetiyê, dema şerê nihênî yê çekdarî û mixalefetiyê de îdî rola xwe temam kirine. Divê em li gor dewra nuh a civaka modern ku partî welatekî hem li Hewlêrê hem jî li Bexdadê îdare dike wê ava bikin, rêk bixin, kadroyên li gor pêdiviyên vê dewrê bên ser kar û roleka giring bilîzin.

Berê şerê çekdarî, yê rizgarî yê li hember dijmin hebû, ew esas bû. Îro welatî hene, xizmetguzariyeka baş a hemdem ku welatî layiq in erkên dewra îro ne. Divê partî her xwe têxe nav mihaweleyan ku çawa dikare xizmetên li dor pêdivî û daxwazên welatiyan bibe ber piyên wan, welat pirtir ava bike, derfetên kar zêde bike, xurekê, sotemeniyê, elektrîkê bigihîne ber destên welatiyan. Ewleyîya jiyan û malê welatiyan biparêze, roj bi roj zêdetir rê veke ku wekhevî û azadiya welatiyan bipêş keve.

Nuha me li seransera Iraqê sê astên hukumraniyê hene. Du ji wan li Kurdistanê asta hukumeta Herêmê û ya îdarekirina parêzgeha ne. Asta siyê jî hukumeta Bexdadê a federalî ye. Di van hersê astan de jî PDK partiyeka hukumeran e û welat îdare dike. Esas hiyerarşiya welat, ji gundan, qezayan, bajaran, ber bi herêma federal û hukumeta navendî ya Iraqê diçe. Divê partî van hemû astan li ber çav bibigire, ê çawa birêvebiriyeka modern a demokratîk bimeşîne. Pişt re li her deverê pêdivî û daxwazên xelkê ji hev cuda ne. Herwekî rewşa xelkê Silêmaniyê û ya xelkê Kerkukê new ek hev in. Divê partî van jî bifikire. Xwe li her derê li gel rewş û daxwaza xelkê biguncîne.

– Gelo di kongreyê de ji bo xwenuhkirina partiyê a tevlêkirin û zêdekirina rola gêncan û jinan dê mihaweleyên taybetî bên kirin?

-Tiştên ku ez agahdar im û minaqeşeyên heta nuha hatine kirin bi teekîd di van waran de ê tiştên nuh bên kirin, gavên giring bên avêtin. Qasî ku ez dizanim ê kotayek, rêjeyek diyarkirî hebe ji bo beşdarîkirina jinan. Ji bo gêncan jî ê ciddî bê fikirîn.

Lê li Kurdistanê di navbera gêncan û neslên biumur yên xwedan tecrubeyên dirêj de minafeseyek jî heye, bawer dikim partî ê li hevsengiyekê bigere di navbera neslê xwedan tecrube û yê genc de.

– Wek we jî bahs kir, partiyê di vê dema buhuhrî de hem di asta Herêmê û Iraqê de, hem jî di ya Kurdistanî de roleka giring a tayinkir leyîst. Ev rol hê berdewam e û prosesa avakirin, normalîzekirin û modernîzekirina Kurdistane û Iraqê û pêwendî xweşkirin û xurtkirina li gel dewletên cîran û kurdên perçeyên din berdewam e. Destkeftiyên herêmê û rola partiyê tesîreka mezin li ser paşeroja kurdên parçeyên din jî dike. Wek em dibînin serkiradeyetiya Herêmê bi taybetî jî partî di pirsa kurdên Kurdistana bakur û hevkariya li gel Tirkiyeyê buye aktoreka esasî.

Di eynî wextê de jî tê gotin ku partiyê hê xwe ji du taybetmendiyên bestî bi rojên derbasbûyî rizgar nekiriye ku ew zeefan derdixe pêşiya partiyê da ew karibe wê vizyona serokatiyê ya rêveçûna ber bi bi welatekî demokratîk û modern a bi dinya azad û pêşkevtî ve girêdayî, bi heyecaneka mezin bimeşe. Ew jî ew e ku ji aliyekî beşek ji kadro û endamên partiyê hê li ser rêveçûn û eqliyeta dema şerê pêşmergayetiyê ê li çiya û çol û çeperan, yê dewra perîşanî û bindestiya dijwar a ji ber rejimê tevdigerin.

Ji aliyê din jî kutleyeka gelek berfireh a xelkê heye ku ji bin rejima Sadam derket hat. Rejima Saddam rejimeka dîktatorî ya totalîster bû, serbestî, însiyatîf nedida welatiyan, dînamîzm û heyecana însiyatîfên ferdî û civakî kor dikir. Ew ji xelkê ditirsiya, ji dêlva dînamîzmê tembelî û atalet, ji dêlva heyecan û însiyatîfgiriyê îteaetkarî belav dikir. Ev taybetîyên ku rê li ber têgihîştina wîzyonên serokatiyê digrin hê berdewam ın. Loma vizyona ku ji serokatiya partiyê derdikeve di nav damarên esasî yên xelkê de naherike û ew nabe vizyoneka gelêrî ya netewayetî.

Gelo ev rewş çend rast e? Di kongreya partiyê de li ser van diyardeyan jî ê li çareseriyan bê gerandin?

– Rast e ku partî û gelê Kurdistanê ji demên dijwar ên perîşaniyê hatin. Heta berî hilweşandina rejima Saddam xelkê Kurdistanê di nav bêîmkanî û astengan de dinaliya.

Heta me rewşa berî serhildanê ya ku kadroyên siyasî yên liberxweder bûbûn beşeka gelek kêm a xelkê û ew tûşî astengîyên mezin bûbun jibîr nekiriye.

Tesîrên xerab û zeîfiyên wan deman hê heta îro jî mimkin e berdewamiya xwe tînin. Lê partî xwedan tecrubeyeka xurt, dîrokeka dûrûdirêj e. Di qonaxên têkoşînê de her ku çuye xurttir bûye û hatiye heta îro. Partî xwedan kadroyên gelek zêde ne. Gelek kadroyên wê yên guhertin-xwaz, nuhkirin-xwaz hene. Serokatiya wê serokatiyeka modern a xwedan perpektîfên gelek kûr e. Rola Barzaniyê nemir bi taybetî û ya mala Barzaniyan di partiyê de wê gelek xurt dike di çareserkirina hemû astengan de.

Bi teekîd partî di vê kongreyê de jî ê kêmasîyên xwe, yên miletê, pêwistiyên ji bo xweguncandina li gor rewşê û demê, hemûyan raxe ber çav û biryaran li serê bigire. Esas ev kongre madem kongreya xwenuhkirrina ji alî program, destûr û veavakirina organ û rêxistinan e, dikare wek kongreyeka miladî ya fetlokeka nuh bê dîtin ku piştî kongrê ê dewreka taptaze a bi perspektîfên nuh serî hilde. Ev kongre ê ciddî pêçîka xwe deyne ser hemû kêmasî, pêdivê û hêviyên miletê kurd.

Ez bawer dikim ku ne ji bo Herêmê tenê, ji bo seranserê Kurditanê ê hêviyan xurttir bike. Partiyê tu carî rola xwe ya kurdistanî, berpirsiyariya xwe ya li hember miletê Kurd ya li hemû Kurdistanê jibîrnekiriye, di vê kongreyê de jî ê piştguh neke.

Mûrad Ciwan

(Netkurd)

Back to top button