Ocalan tiştên balkêş dibêje
Ocalan hevdîtina xwe ya li gel parêzerên xwe de cardin hinek peyamên cuda dan. Wek tê zanîn ji berî niha PKK-ê heta hilbijartinên Hezîrana 2011-ê agirbest ragihandibû. Lê hevdîtina ji berî niha Ocalan ragihandibû ku demê agirbestê sere Adarê xilas dibe.
Ocalan hevdîtina xwe ya dawî de dibêje ku, daxuyaniya wî ya di derbarê agirbestê de xelet hatiye fam kirin. Ew dê agirbestê heta demê hatî kifşkirin, heta meha Hezîranê berdewam bikin, lê dê sere Adarê de nirxandinek bête kirin.
Herweha Ocalan daxwaz kir ku di derbarê jiyana wî de belgefilmek bête çêkirin. Ocalan dibêje: Bila herin gundê min, di derbarê jiyana min de xelkê re qiset bikin, Dê ew yêk ji bo pêşerojê bibe babetek gelek baş ji bo nivîskaran.
Herweha Ocalan di derbarê Cemaeta Fethullah Gulen de jî gotinên balkêş û dije siyaseta ku heta niha PKK-ê di derbara Gulen û cemaeta wî de gotin dibêje.
Ocalan di vê derbarê de dibêje: Ez wan (Cemaeta Gulen) wek terîqatekî, wek cemaetekî nabînim. Ji xwe ew ne welênin. Ew wek dezgehek sivîlin. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn wek partiyek siyasî ne. Ez giringiyê didim dîtinên wan di derbarê tirkitiyê û islamiyetê de.