Kultur

Li ser Girtîgeha Tîpa E ya Amedê fîlmekî tê çêkirin

Amed – Bûyerên salên 1980 yên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji aliyê derhêner Abdulbakî Arslan û xanima wî ya çêker Ebru Arslanê ve dibe mijarê fîlmekî sinemayî.

Ebru Arslan di civîna Cemiyeta Rojnamavanên de da zanîn ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dinyayê di nava xiraptrîn 10 Girtîgihan de cih girtiye.

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi darbeyê 1980’ê cudahiya kesên sucdar û bêsuc nekiriye û zilm û zorên wê demê heta îro jî di nava xelkê de tê qisekirin.

Ew wahşetên Girtîgehê ji aliyê dadger û berpirsyaran ve nayê lêkolînkirin û em jî bi zimanê sînemayî bûyerên wê demê tînin pêşberî xelkê. Ev peywirdariya me ye. Ev jiyandina bûyerên Girtîgeha Amedê ye. Ji nû ve jiyankirina wêrekiya  lehengên wê demê û bi zimanê sînemayî pêkane.

Alîkari yên Bi fermandarê Esad Oktay Yildiray gardiyan, leşker, dadger û serleşkerên Girtîgeha Amedê jî divê nayê ji bîr kirin. Pêwîste kesên ku ji xwe re dibêjin ‘mirov’ di vê peywirê de cih bistînin. Bi dirûşmê ‘Carekî dî nabe’ emê bûyerên Girtîgeha Amedê bikşînin.

Derhêner Abdulbakî Arslan jî da zanîn ku di rojên pêş de li Amedê destpê amadekariya filmên girtîgehê bikin û hînek dîmenên fîlm di nava girtîgehê de bibe.

Back to top button