Civak

Li Kerkûkê meşekî dirêj

Li Kerkûkê nêzîkî 20 rêxistinên sivîl li dijî Tundûtijiya li Hemberê Jinan meşekî lidarxistin

Îro bi danê sibê bi beşdarî 20 rêxistinên sazîyên sivîl meşekî hatiye lidarxistin. Çalakvanên meşê ber bi Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê ve meşiyan û li hemberê tundûtijiya li ser jinan dirûşmên xwe berz kirin.

Di derbarê mijarê de Endamê Komîteyê Meşê Sirud Muhammed wiha got : Digel 20 rêxistinên sivîl ber bi bi Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê ve meşekî drêj hatiye organîzekirin. Çalakiya me li ser nerazîbûnên ‘Tundûtijiya li hemberê jinan’ bû.

Berpirsyara Ofisa Kerkukê yê Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê Sirud Mahmud di daxuyaniya xwe de da zanîn ku daxwaz û daxuyaniya çalakvanan di destê me de ye û di demekî kin de emê vê daxuyaniyê ji Wezaretê rê bigihîjin.  Em jî wek Wezareta Mafê Mirovan ji bo sekinandina Tundûtijiya li hemberê jinan’ dixebitin û piştgiriya meşên bi wî awayî dikin.

Back to top button