Civak

Dapîra Zaîde 85 sale ku bê nasnameye

Dapîra Zaîde 85 saliye û li navçeya Amedê ya Hêneyê dijî lê heta niha nasnameyekê wê nebûye. Dapîra Zaîde heta vê çaxê bê nasnema û bê qeyid jiyaye.

Dapîra Zaîde ji ber nebûna derfetên aboriyê hewcedariya alîkariyê ye û heta niha ji aliyê dewleta tirk ve jî ti alîkarî nehatiye kirin. Li gundê xwe ji alîkariya xêrxwazan dabara xwe peyda dike û mixabin ti ewlayiya wê tendûristî jî nîne ji ber ku di sazîyên dawleta tirk de qeydekî wê ya hemwelatiyê tineye.

Dapîra Zaîde di sala 1925’an de ji dayik bûye û a niha jî 85 saliye dema digihîje 20 saliya xwe gundiyekî wê ya bi navê Mehmet Epçinê re tê mehrkirin lê ji ber nebûna qeyda wê ya nifûsê, zarokên wê li ser navê hewiya xwe tên qeydkirin.

Dapîra Zaîde heta niha li gundê xwe û bi tenê jiyaye. Berê ya 40 sa piştîl wefata mêrê xwe bi tenê dimîne lê îro ji aliyê neviyên xwe yê 27 salî ya bi navê Abdullah Epçîn û Fatma Epçînê ve tên xwedî kirin.

Neviyên wê ji ber nebûna derfetên aborî û ji ber nebûna ewlayiya tendûduristiyê gelekî zehmetî dikşînin û nikarin dapîra xwe ji nexweşxaneyekî re rakin.

Malbat û neviyên Dapîra Zaîde daxwaz ji berpirsyaran dikin ku ji bo bikaranîna derfetên alîkariyê, pêşiya astengiyên karên nifûsê bêne hêsan kirin.

Back to top button