Civak

Xelkê Kurd dê alîkariya Mesîhiyan bike

Wezareta Ewqaf û Karûbarên ayînî ya Herêma Kurdistanê, bangevazî ji xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî dewlemendên xêrxwaz kir, ku alikariya wan Mesîhiyên ku ji ber êrîşên terorîstan şiwênên xwe bi cîh hêlane hatine li Herêma Kurdistanê niştecîh bûne, bikin.

 

Naveroka Bangewaziyê :

“Ev bangewaziyê ji hestên mirovayetî û ji xelkê Kurdistanê re hatiye rêkirin,  ji ber vî jî wezareta me ew bangewaziye di hemû kanalên televîzyonê xwe de bilav kiriye ku Kurdistanî li gorî hêza xwe alîkariya wan malbatên Mesîhî bikin.”

Piştî êrîşên terorîstî yên li Iraqê, li dijî Mesîhiyan heta niha nêzî 700 malbatên Mesîhî koç kirine bo Herêma Kurdistanê û gelek ji wan malbatane di nav dêran de, di rewşeke xirab de dijîn li ber wê jî serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi fermûdeyekê lijneyek pêk anî bo ku alîkariya wan malbatane bikin.

Hate diyarkirin, ku dê di hin mizgeftên Herêma Kurdistanê de, xelkê misilman han bidin ku alîkariya malbatên Mesîhiyan bikin.

 

PukMedia

Back to top button