Cîhan

Li Rusyayê lehîstoka mirinê VÎDYO

Xortên Rusyayî  li ser bana avahiyên bilindê xwe ji kindirên re girê didin û pişt ra ber bi jêr ve xwe diavêjin.

Li Rusyayê grûbekî xortan li ser avahiyên bilind bi kindirên xwe girêdidin û ‘’Bungee Jumping’’ dikin lê piştî weşandina vîdyoyê ji aliyê gelek kes û saziyan ve hatin rexne kirin.

Di vê lehîstokê de kêmaniya ewlayî di asta herî berz de ye . Xortên Rus di pêş de hevalên xwe bi kindiran girê didin û pişt re jî li ser avahiyekî 10 qatî hevalên xwe ber bi jêr ve diavêjin.

Di vê dîmenê de jî xuya dike ku keçikek bi qirînên xwe kuçeyên bajarê xwe dihejîne lê hevalên wê yên xort jî li ser banê ji kena hişk dibin.

Piştî weşandina vidyoyê berpirsyarên Rusyayê da zanîn ku lehîstokên bi wî awayî mimkûne ku bibe sedemê mirinê û bang ji malbatan kirin ku ji xortên xwe re xwedî derkevin.

Back to top button