Roja sêşem 08.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank-Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Almanya û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Parlementerên Almanya û Birêveber û Karbidestên Wezareta Derveyê wî welatî û Konsolê Giştî yê Almanya li Hewlêr pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Almanya xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana xwe ya Kurdistanê û baştirbûn û berev pêşveçûna rewşa Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo vê pêşwaziya ku lê hatiye kirin spasî Serok Barzanî kir û pesnê serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku dibê sedemek ji bo vegerana xelkê koçber û lêqewimiyên wan navçeyên azadkirî. Her li vê kombûnê da Wezîrê Derveyê Almanya daxwaz kir ku di derbarê serkeftinên Pêşmege û rewşa meydana şerê dijî Da’îş de guhdarê Serok Barzanî be.Li beranber da Serok Barzanî spasî Wezîrê Derveyê Almanya kir ku ji bo çendemîn car û di demên teng da serdana Herêma Kurdistanê kiriye ku eve balkişandineke ji bo dostayetî û peywendiya kûra li navbera gelê Kurdistan û gelê Almanya û spasî hevkarî û piştevaniya serbaziyên Almanya jî kir ku rolekî bi bandor li şeran da hebûye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa naveroka operasyona azadkirina Şingalê û rewşa meydanî ya bereyên şer kir û tekez li wê yekê kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftineke mezin li dijî Da’îş tomar kirine û eve jî xisterû ku li qonaxa piştî Da’îş da pêwîste li navçeyê da kar li ser nehiştina wan sedeman bê kirin ku bûne sedema derketina Da’îş bo ku li paşarojê de êdî karesat û heman awayên Da’îş dûbare nebin. Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku Da’îş dijminê hevbeşê hemû aliyeke û pêşwazî li her alî û welatek dikin ku şerê Da’îş bike û yarmetiya me bide û ewê ji destê me jî bê ji bo lêdana terorîstên Da’îş encam didîn.Her li vê hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û Sûriye û guhertinên Herêmî û navdewletiyan guftûgo kirin û di derbarê destpêşxerî û çalakiya welatan ya ji bo lêdana Da’îş tekez li wê yekê kir ku ji bo baştir şikandina Da’îş pêwîste rêgirtina li serhildana kêşeyan bê kirin, welatan hemahengî li gel hevdû da hebê û kêşeyan jî bi diyalog çareser bikin.Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê û hevkarî û hemahengiyên di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Almanya mijareke dinê kombûnê bûn û têda Wezîrê Derveyê Almanya wê yekê dûpatkir ku welatê wan li palpiştîkirina Pêşmerge de berdewam dibê û bîr li berfirehtir kirina hevkariyên serbazî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê dike.Cihê balkişandinê ye ku piştî kombûnê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Almanya li civîneke rojnamevanî de naveroka kombûnê ji bo ragihandinê xistin rû û bersîva pirsiyarên medyakaran dan. https://www.youtube.com/watch?v=y35E7gTnu-g
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025