Siyaseta Xendekan (!)
Cemal BATUN Ev çendîn meh in, li Bakurê Kurdistanê siyasetek ”zarokane” ya xendekan tê birêvebirin. Ev siyaset wekî tê bîra min, ji alî ”zanyar û ideolog” ê PKK – Duran Kalkan ve hate pêşniyarkirin û ji alî tevgera xortan a PKK, bi navê Yurtsever Devrimci Gençlik Hareketi (YDG-H) hate lidarxistin. Qaşo armanca kolandin û danîna van xendekan dê xweseriyê ji herêmên lidarketî re bînin. Gava mirov paşî van çendîn mehan li encam û tabloya ku van xendekan ji ”herêmên xweser” re anî temaşe bike, bi encamên ji armancê berevajî re berbiçav têt! Li deverên (Nisêbîn, Cizîr, Farqîn, Lice, Hazro, Kulp, Diyarbekir, Silopya…) ku siyaseta xendekan derbasî pratikê bû de (ew deverên ku herî zêde deng dayî HDP û zanîna welatparêzî bilind e) gel û dezgeh mecburê wê hatine kirin ku hêviyên xwe bibin ber piyên ”dewletê” ku qedexeya awarte li herêman rake(!) Em li rewşa berî destpêkirina siyaseta xendekan li van deveran temaşe bikin tablo wilo bû:
- Birêvebirina herêmî di destê gelê herêmê de bû!
- Bazar di destê xelkë herêmê de û bi struktura civatî ya normal birêve diçû.
- Pêwistiya xelkê ya tikayan / ricayan ji dezgehên dewletê li herêmê nebû!
- Esker, polis û dezgehên din ên dagîrkeriyê yên dewletê nikarîbûn wekî xwestî tade û zordariyê li xelkê herêmê bikin!
- Ketin û derketina bajêr / herêmê serbest bû.
- Agahdarî ji deveran bê zehmetî digihan raya giştî.
- Jiyana xelkê bi awayek asayî birêve diçû
- Rew1a ewleyî rewşek asayî bû
- Infrastruktur (struktura pêwistiyên yekem ên birêvebiriya civatî) di destê şaredariyan de bû.
û herweha gelek babetên din… Û piştî siyaseta xendekan çi bi serê van herêman hat
- Dewletê dest danî ser dezgeh û sazûmanên tevayiya birêvebiriya herêmî!
- Rewşa bazarê ket destê biryarnamayên ku ji alî dezgehên dewletê ve tên dayîn!
- Xelk / dezgeh mecbûr man ji bo her babetê daxwaz û hêviyên xwe bibin ber dezgehên dewletî!
- Esker, polis û dezgehên dagîrkeriyê serbest hatin berdan ku tadeyek giran, zordariyek berfereh li gel, civat û herêmê bikin!
- Ketin û derketina bajar / herêman hatin qedexekirin!
- Agahdarî û enformasyon ji herêman negihişt raya giştî!
- Jiyana xelkê kete / bû rewşek awarte!
- Rewşa ewleyî ye gel ket rewşek awarte ya metirsiyê!
- Infrastruktur (struktura pêwistiyên yekem ên birêvebiriya civatî) bi tevayî ket destê dewlet û dezgehên dagîrkeriyê!
Bi ser van yekan de, li gor zanyariyên ji herêmên rewşa awarte tên, didin diyarkirin ku bi sedhezaran kes koçber bûye! Temaşe bikin, çi aliyên Tirk ên ”şoreşger” di vê dema birêvebirina siyaseta xendekan (!) de hestên xwe yên brayetiyê nîşanî gelê Kurd û protestoya xwe li dij dewleta dagîrker û siyaseta êrîşkar a dewleta dagîrker kirin? Na, tu kesî nekir! Ne tirkên – birêvebir û parlementer ên HDP bi xwe jî(!) Çawa HDP û hawîrdora PKK dikare carek din ji bo van kesên şoreşger ên çepgîrên tirk (!) daxwaza dengan ji gelê Kurd bike?! Siyaseta Kurd / Kurdistanî, ji bo bidestxistina maf û jiyanek azad / bextewer a gelê xwe derketiya rê. Ne – xerabkirin, dijwartir kirin, peydakirina metirsiyê ji bo jiyana gel û welatê me. Girêdayîû di encama vê siyaseta xendekan (!) de , birêvebirê gelê Kurd ê civatî û mafparêzê Kurdistanê – Tahir Elçî jî hate şehîdkirin! Ji derveyî PKK, tevayiya aliyên siyasî / civatî yên Kurd daxwaza rawestandina vê siyaseta xelet a xendekan (!) dikin. Stockholm, 06 Çileya pêşîn 2015______________________________