Peyama Nêçîrvan Barzanî
Roja 23.11.2015ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û hijmareke mêvanan, mersima bîranîna dosta gelê kurd xatûn Daniyal Mîteran hat saz kirin ku, ji aliyê saziya hunerî û rewşenbîrî a Şivan Perwer û piştgiriya wezareta rewşenbîrî û gêncan a hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatibû amade kirin.Di merasimê de Xalid Doskî wezîrê rewşenbîrî û gêncan, li ser navê Nêçîrvan Barzanî peymaek xwand.Ev li jêr teksta peyama Nêçîrvan Barzanî:Roj baş û hûn hemû bi bi xêr bûn bo vê bîranînaÎro li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, bi wefadarî û şanazî ve merasima bîranîna xanima mezin û dosta mezina gelê me, dayka kurda, xatûn Daniyal Mîteran tê kirin. Xanimek ku hemû jîyê xwe ji bo piştevanîkirin û hevkariya gelên sitemdîde û karesatbar terxan kiribû. Bîranîna madam Mîteran ji bo me kurdan, tevî nîşandana hesta wefadarî û qedirgirtinê ji bo dosteke mezin e, hevdem hestkirina me ye, bi şanazî ve ku dostên me li cîhanê hertim kesatiyên mezin û dengên mirovdost û pêşkfetîxwaz in.Ji bo me kurdan şanaziyeke mezine ku kesatiyeke diyar û birêz a weke madam Mîteran bi (dayka kurd) bê nasîn. Daykek ku ji dûratiya çend kîşweran, hertim bi xemxurî û dilsozî, dil û hestên wê li ba kurên wê be. Yek ji wan dostên rastgoyên fransî ku mesafeta dûriya cografiya navbera herêma Kurdistan û Fransayê nêzîk kiriye. Îro jî bi amadebûna kurê wê, misyo Cêlbert Mîteran di nav me de, berdewamî û rastgoyîya dilsozî û dostînîya wê xanima mezine, ji bo kurd û Kurdistanê berceste dibe.Salên 80î sedala borî, li serdema pirosesa enfalkirina Kurdistanê de, her zû destê bi sozê vê daykê ji aliyên din yê tixûban gehişte koçber û penaberên Kurdistanê, di hemû civîn û mîtingan de û li navendên cîhanê, ev xanime dengê azar û derdeseriyên xelkê Kurdistanê bû, li koça mezina piştî serhildanê di adara 1991ê jî de, bi heman awayî li ser tixûban hevkarî û alîkarî gihande koçberan. Ev dayka mîhreban gav bi gav li karesat û serkeftinên me de, di xweşî û nexweşiyên me de, hertim bi me re bû, di serdana xwe ya dawiyê jî de bo Kurdistanê dilê wê gelek bi pêşkeftin û avadankirina Kurdistanê xweş bû û wê hertim dixwest gelê me bi yekgirtî û yekrêzî bimîne.Madam Mîteran heta wê demê mîsyo Firanswa hevjînê wê, serokomarê Fransayê bû, li gor îmkanên xwe ji bo doza adila kurd kêmatî nekir, pişt re jî bi rêya rêxistina xêrxwaz (Frans Lebertê) destê soz û mîhrebaniya vê daykê qed ji kurên wê li Kurdistanê neqetiya.Îro, em kurd bi şanazî û serbilindî ve ji ruha pîroza vê daykê re dibêjin: em tu carî te jibîr nakin, nifş li pey nifşê gelê me bi rêz û hurmrt serê xwe ji bo ruha paqij û mezina we diçemînin. Bila ruha te jî aram be, iha eve îro kurên te li Kurdistanê digel gelê Fransaya azad û hemû azadîxwazên cîhanê, di yek çeper de li hember bereyê teror û tariyê, bergiriyê ji buhayên jiyan, mirov, ciwanî û şaristaniyê dikin.Bilind û şikodar be bîranîna dayka kurdan, madam Mîteran a mezin, dayka Daniyal ku hertim di hizirma me de zîndî ye.Gelek sipasiya Saziya Hunerî û Rewşembîrî ya Şivan Perwer dikim ku ev merasima hêja made kirî û sipasî û destxweşiyê li wezareta rewşenbîrî û gêncan a hikûmeta herêma Kurdistanê dikim ku, piştgiriya vê merasimê kiriye.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê herêma KurdistanêHewlêr23.11.2015