Şandeyeke parlamenterên Birîtaniyayê ji komisiyona têkeliyên derve bi serokatiya Nedîm Zehawî endamê parlamnetoya Birîtaniyayê û şandeyke pispor û diplomatkaran serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Di civînekê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan azadkirina Şingalê ji bin destê terorîstan li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê pîroz kir û hêvî xwest ku deverên din jî ji bin destê terorê bên rizgar kirin û xelkê wan deveran bo ser mal û milkên xwe vegerin.Şandeya mêvan behsa aramnca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku ew hatine daku; ji nêzîk haydarî pêşhatên dawiyê yên deverê, rewşa herêma Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAÎŞ, rewşa êkonomî û astengiyên di vî warîde rastî herêma Kurdistanê tên û pêdawîstiyên acil yên herêma Kurdistanê di hemû waran de bizanin û di raporekê de pêşkeşî komsiyona têkeliyên derve ya parlamentoya Birîtaniyayê bikin û bibe nijara gotûbêjê.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sipasiya serdana şandeya mêvan bo herêma Kurdistanê û piştevaniya welatên hevpeyman li dijî DAÎŞê ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞê hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kiriye, kir.Di civînê de îşaret bi hatina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, birîna budceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û şerê dijî DAÎŞê barê hikûmeta herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê êkonomî de gelek giran kiriye, ji ber hindê pêwîstiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi zêdetir alîkariya civaka navdewletî heye daku jiyana koçber û penaberan baştir bibe û ew deverên ji aliyê pêşmerge ve tên azadkirin, xelkê wan deveran bo ser mal û milkê xwe vegerin.