Roja dûşem 23.11.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Tonî Bilînkên Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek Şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û ragihand ku gelek sersamin bi hengav û planên Serok Barzanî ya li operasyonan û eve jî xisterû ku Pêşmerge ji bo serkeftinan qurbanî daye û eve cihê pêzanîna cîhanêye. Li dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêşveçûnan û guhertinên dawî ya meydaniyên şerê dijî Da’îşê li Iraq û Sûriye kir. Di derbarê palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê yekê dûpatkir ku welatê wan li piştevaniya Pêşmerge de berdewam dibe û hemû hewldanên xwe ji bo berfirehtir kirina vê piştevaniyê dide.Li beranber da Serok Barzanî spasiya palpiştiya hêzên hevpeymanan û bi taybetî Amerîkayê kir ku her çende hevkariyên serbazî li ser zevî li asta berfireh û giran ya şeran de jî nebûye lê bandoreke zêde li hemû qonaxên cûda cûdayên operasyonên serkeftinên Pêşmerge da hebûye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa naveroka plana azadkirina Şingalê kir ku zebirekî mezin bû ber terorîstên Da’îş ketiye. Di derbarê bi dawî anîna Da’îş Serok Barzanî ji bilî balkişandina wê yekê ku Da’îş dijminê hevbeşê hemû mirovayetiye û li her cîhek derfeta wan hebê dibine çavkaniya hereşeya li ser jiyana hemwelatiyan, tekez jî li wê yekê kir ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şer kirin û têkşikandina Da’îşe û pêwîste civaka navdewletî û hevpeymanan bi awayeke ciddîtir beşdarî li rûbirûbûna Da’îş bikin û destê xwe li vê şerê da vekirîtir bikin. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li rêya Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka silav û rêzên xwe yên taybet ji bo Serok û Cîgirê Serokê Amerîkayê re şand.Behskirina rewşa Sûriye û çawayiya çareserkirina qeyrana Sûriye û têkşikandina terorê û xistineruya çareseriya siyasî û paşaroja vî welatî û her wiha plan û hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya ji bo avadankirin û parastina Şingalê û vegerana xelkê Şingalê ya piştî azadkirinê çend mijareke dinê vê kombûnê bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: