Îro dûşem 23.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî li rêwresma salvegera koça dawî ya dostê kevinê gelê Kurd xanima Danielle Mitterrand kir.Li vê rêwresmê da ku li jêr çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Dezgeha Rewşenbîrî û Hunerî ya Şivan Perwer, bi boneya çaremîn salvegera koça dawî ya xanim Danielle Mitterrand hatibû rêkxistin, di destpêkê de Serok Barzanî pêşangehekî fotografî vekir ku komek ji wêneyên xanima Danielle Mitterrand yên li qonaxên cûda cûda de piştgîriya wê dosta dêrîna gelê Kurdistanê hatibûn nîşandan. Her li vê rêwresmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser rola xanima Danielle Mitterrand û welatê Fransa ya li piştgîrîkirina gelê Kurdistanê kir û ragihand: Kurd û Kurdistan deyndarê wê xanimê ne û herdem biranîna wê bi zindî dimîne.Serok Barzanî her wiha balkişand li ser peywendiyên di navbera welatê Fransa û gelê Kurdistanê kir û ragihand: Peywendiya Fransa û gelê Kurdistanê gelek kevne û herdem wekî dost û piştevan me temaşa Fransa kiriye, di dema êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê, Serokê Fransa hate Hewlêrê, eve piştevaniyekî mezin bû ji bo gelê Kurdistanê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku êrîşa Fransa ya ji aliyê terorîstan ve bi sedema wan helwestan bû, her bi vê boneyê ve jî Serok Barzanî carekî din serxweşiyê li qurbaniyên vê kirdara terorîstî kir û ragihand: Wan kirdarên terorîstî derxist ku terorîst dijminê me hemûyanin û divê hemû cîhana azad helwestên xwe li dijî terorê yek bixin.Serok Barzanî ragihand: Mayîna terorîstan tenê demkiye û wan paşarojek nîne.Her li vê rêwresmê da gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Alan Gîbxat Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û Jêlbirêt Mitterrand kurê xanima Mitterrand û çend gotarekî din hatin pêşkêş kirin û fîlmekî dokumentarî li ser jiyana xanima Mitterrand û helwestên wê yên ji bo piştgîriya gelê Kurdistanê hate nîşandan.​https://www.youtube.com/watch?v=Ru3abLLa4nA 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: