Dîsa, Qetlîama Parisê…
Abit Gürses Par dema qatilên DAİŞ’ê li Parisê endamên redaksiyona kovara Charlie Hebdo kuştin, avêtin li ser dikana Cihûyan bi dehan mirovên sivîl kuştin, min meqalekî l nivisîbû…Doh êvarê li navenda Parîse qatilên cîhadîst a DAİŞ’ê dîsa eriş birin li ser mirovên sivîl û ji zêdeyî 120 kes kuştin û bi sedan kes birîndar kirin…Parîs, Fransa û Ewropa di nav şokê da ye…Qatilên cîhadîst a DAİŞ’ê dîsa îsbatkirin ku dikarin di navenda Ewropayê de, kiryarên dij bi însaniyet pêkbînin…Divê dewletên Ewopî, Rojava û Rusya ku gellek caran bibû armanca (hedefa) erîşên weka ya Parîsê li hember DAİŞ’ê û dewlet û hêzên ku piştgirî û alîkariya DAİŞ’ê, Qaide, Nusra û rêxistinên mîna wan dikin, helwestekî zelal û hişk deynin!Dewlet û hêzên ku piştgiriya DAİŞ’ê dikin dîyarin. Fransa, Ewropa, Rusya , Amerika û hemmû dinya dizanin kîjan dewlet bi çi avayî DAİŞ’ê xwedî dikin!Hêzên ku li hember DAİŞ’ê şer dikin, ew jî dîyarin. Fransa, Ewropa, Rusya, Amerika û dinya baş dizane, yê ku li hember van çeqalan şer dikin hetta niha bi hezaran qûrbanî dane, KURD İNHetta niha bi hezaran pêşmerge û gerîlla şehîd ketine, bi deh hezaran birîndar bûne, bi hezaran keç û jinên me di destê wan keftaran de esîr (dîl) in, bi kêyfa xwe wana dikirin difroşin bi izzetî nefsî milletê me dilîzin!..Wêca sedema armancbûna Fransa ne bi tenê çêkirina karîkatûrên Mihmmed Mistefa ye!Sedema armancbûna Fransa bi van erîşan, helwesta Fransa li beramber Kurdistanê ye…Dewleta Tirk, bi alîkariya xwe yên lojîstîk, çek, pare û îmkaniyetên din piştgir û alîgirê herî mezin a DAİŞ’ê ye… Hetta alîkariya dewleta Tirk, Siudî, Qeter û hin hêzên din li ser DAİŞ’ê neyê birrîn, nêyê qutkirin, şikandina DAİŞ dê pirr zehmet bê…Divê dinya li hember DAİŞ’ê bi rastî û bi her avayî piştgiriya Kurdan bike!Divê dinya zextekî pirr giran deynê li ser Tirkiye û dewlet û hêzên mayîn ku DAİŞ’ê xwedî dikin!Ji dil û can êşa milletê Fransa parve dikim.Kerem kin, nivîsa min a salek berê jî bixwînin: QETLÎAMA PARÎSÊDostên Kurdan hatin kuştin!Dostên mirovatiyê hatin kuştin!Azadiya bîr û baweriyê hat kuştin!Azadiya rojnamegeriyê hat kuştin!Terora islamê dîsa xist bîra rojava ku ew li her derê dinyayê dikarin operasyonên qirêj pêk bînin… Eger bi rastî welatên rojava, dezgehên media bixwazin ji dil û can dij vê qetlîamê dengê xwe bilind bikin, divê nivîsa Editorê Charlie Hebdo, ‘’KURD ME DİPARÊZİN’’ û karikaturên Mihemed û Bagdadî rûpelên xwe de, ekranên xwe de, radyoyên xwe de belaw bikin, biweşînin… Editorê Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier bi navê Charb 22 Teşrînê de li ser berxwedan û şerê Kurdan li hember DAİŞ’ê meqalekî nivisiye.Nivîsa Stephane Charbonnier li ser berxwedana Kurdan li hember DAIŞ’ê wuha ye,‘’Kurd me diparêzin.Ez ne Kurdim, gotinekî Kurdî jî nizanim. Nikarim navê nivîskarekî Kurd jî bidim. Çanda Kurdî ji min ra bi temamî xeribe… Lê min carna xwarina Kurdî xwariye… Em dev ji van tiştan berdin lêEz îro Kurdim,Bi Kurdî difikirim,Bi Kurdî distrînim,Bi Kurdî digrîm,Kurdên ku li Suriye hatine dorpêçkirin ne tenê Kurdin, li hember taritiyê mirovayetiye… Ew jiyana xwe, malbata xwe, welatê xwe diparêzin, ew bixwazin jî nexwazin jî li hember ’dewleta İslami’ bi tena sere xwe kela berxwedanê ne…Ew me gişkan diparêzin!Li hember mirinê gelê Kurd heye…’’Nivîskar, rojnamevan û karikaturistên Kovara Charlie Hebdo demekî dirêj hatine tehdîtkirin. Sedema vê jî belavkirina karîkaturên Mihemmed bûye. Vê taliyê jî karikaturên serokê DAİŞ’ê belavkiribûn…Bi raya min sedema vê êrişê ne bi tene karikaturên Mihemmed û Bagdadî ne. Sedema esasi ya vê qetliamê alikariya Fransa ji bo Kurdistanê û serdana Serokê Fransa Hollande bo Kurdistana Başûre… Her weha li gor qeneata min ev meqalê jî sedemeki ye bo vê qetliama hovanê!DAİŞ îro aşkere kiriye ku, sempatizanên wan vê çalakiyê pêkanîne, xwedî li vê qetliamê derketiye… Divê dinya medenî (sivîl) êdî çavê xwe veke, xeteriya islama radikal bibine, pêşî li van rêxistinan bigre, bi navê azadiya fikir nehelê ev grup û rêxistin welatên Ewrupa Amerika ji bo karen xwe yên qirêj û dij bi insaniyete bi kar bînin… Her wuha divêneyê jibîrkirin ku şirovekirina radikal a islamê de kirin û cirmên DAİŞ’ê hene…Musulmanên humaniter, insanî, mirovperwer eger bixwazin ji bin bara tohmetê derkevin, divê hidudeke pir zelal û diyar deynin li navbera xwe û bi van cure rêxistinan û çeqalan de…