Nivîsar

Spas ji bo parêzvanên netewiya Kurdistanê

  Spas ku parêzvanên netewiya Kurdistanê dikaribûn hinek ji reșa li ser û destên Êzdiyan rakinȘikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, ku ewan hinek mirazên ruhaniyên Êzdiyan, yên ku her roj û di duhayên xwe de dibêjin:“ Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila(*1)Kerema her heft meleka ,Kerema berê reş li kabe yêTu me û sinetxanê xelaskî ji qeda û bela yêYa rebî tiştê ji te dixwazim dîn, îman û dewlete.(*2) »anîne cîh , herweha hêzên parêzvanên netewiya Kurdistanê jî dikaribûn di 12.11.2015 de, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û alîkariya hêzên hevpeymanan beșek ji wê reșa li ser û destên „mîr, rûhanî, șêx, pîr, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzane, mamoste, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan(*3) rakin!Ez weke kesekî Êzdî gelek spasiya serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî dikim, ewî ewsozê ku di 3.Tebaxa 2014 de dabû me Êzdiyan û gotibû « emê Şingalê vegerênin hembêza Kurdistanê » bi operasyona azadkirina Şingalê(12.11.15)ra anî cîh û niha dîsa dibêje : « Êzdî beşekî gelê Kurd yên resenin, ewan heya îro ziman, çand, orf û arafetên me yên kevnar parastine. « Êdî, “ bila her takekî Êzdî bê minet serê xwe bilind bike û her keçeke Êzdî jî bila bi dengek bilind ban bike û bêje: Ez nîşana şeref û berxwedanê me.”(*4)..Herweha ez  hemû parêzvan, fermandar, pêşmergeyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û tevaya kesên ku piştgirî dane rizgarkirina Şingalê bi hestên welatperwerî, ji dil û can pîroz dikim. Serxweșiya xwe pêşkeşî hemû kesên malbat, dost, heval û pismamên cangoriyên Kurdistanê dikim û ji Xwedê û Tawisî Melek lavan dikim, ku birînên șervan, fermandar û peşmergeyên birîndar jî zûtir baș bivin!Bila ev berxwedan û niștimanperweriya ku Şengal azadkiriye ji bo me Kurdan pîroz be !Hêvîdar im ev netewîperestiya Kurdan bikaribe wan birînên me yên ku hîna nehatine kewandin jî zûtir dermanbiken!Ew bikaribin bingeha șîtî, ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li Șengalê pêkbînin û « Em bikaribin bihevûdinê ra ji wê nêrîna ku min gotibû “em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne -ra xwedî derkevin û cardinê nehêlin tu hêz  me Êzdiyan ji bo armancên hêz anjî rêxistinên xwe û “yekîtiya netewî “ nekine qurban!(*5) « !Ew bikaribin șașîtî û Ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li Șengalê pêkbîne û Xwedê bike, êdî ev alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê(*4 û 6) qet neyê ye xwarê !Ez dixwazim hestên xwe bi vê sebeqa 34a « Qewlê afirandina dinya yê » ku dibêje :„Gelî mirîdan bikin karîXêra qudretê ji jor barîXwe dûr bikin ji neyarî (berdewama temamî di *7 de ye )„ bi dawîbikim !Kemal TolanBerhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê 14.11.15 *Çavkanî:1 „Pedşê min cebar e kuJi durê erfan dibûn çar eAxe, ave, baye û agir e „ Kemal Tolan- Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=3832 Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.:67-683 http://riataza.com/kurdish/3200-ferze-ku-revebir-u-berpirsyaren-hemu-sazi-mal-u-komelen-civaka-me-ezdiyan-bi-hev-ra-tifaqeke-ezditiye-biafirinin.html4 http://riataza.com/kurdish/3678-operasyona-meleke-tawus-li-engale-edi-ala-kurdistane-bilind-dibe.html5 Kemal Tolan, Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaranhttp://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=39&Jmara=666 Kemal Tolan- DÌ  ÊZDÌYATÌYÊ DE RENGÊN LÌ SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ  PÎROZÌN !http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-ala-kurdi.html7 Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.:.15-21

Back to top button